NAVENDA NÛÇAYAN – L i ser tora civakî bertekên tund ji bo serdegirtina Ozgurlukçu Demokrasî û tayîn kirina qeyûm hatin dayîn.
Şevê din polîsan bi ser Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun de girtin, hin rêvber û xebatkar binçavkirin û qeyûm tayînê rojnamê kirin. Li ser tora civakî bertekên tund ji bo serdegirtinê û tayîn kirin qeyûm hatin dayîn. Rojnameger û siyasetmedaran li ser tora civakî, xwedî rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî derketin û gotin: “Dê nekarin rojnameyê bi tayîn kirina qeyûman bideng bikin.”
Hin parvekirinên dibin “#ÖzgürlükçüDemokrasi û #ÖzgürBasınSusturulamaz hashtaglerinê de wihane:
* Sezai Temelliş @SezaiTemelli: Ên ku nikarin bikirin dest datînin ser; paçemeniya azad nikarin bê deng bikin.
* Gülistan K. Koçyiğitş @glstnkocyigit : Berî hilbijartinê kevneşopiya operasyona bêdeng kirina çapemeniya azad. Li welatên qeyûman ji bo heqîqetê tarî bikin, leza xwe berdewam dikinm #Çapemeniya Azad nikarin bêdeng bikni.
* Serpil Kemalbayş @SerpilKemalbay: Dê çapemeniya Azad bêdeng nebe. #ÖzgürlükçüDemokrasi
* Muslum DOGAN @muslumdogan1959 : Dest danîn ser Ogurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gun. Qeyûm tayîn kirin. Wateya vê yekê dest danîna ser Demokrasiyê ye.
* İrfan Aktan @irfanaktans : Ên ku kirîn patronin, ên ku nekarin bikirin rejîma qeyûme.. #ÖzgürlükçüDemokrasi
* Nurcan Baysalş @baysal_nurcan : Bi tayîn kirina qeyûm bêdeng kirin, belengaztiye. #ÖzgürlükçüDemokrasi
* özge ozanş @ozgeoza : Dê nekarin #ÖzgürlükçüDemokrasi bêdeng bikin.
* hakanş @hknkrtcb : Dibe ku di her kêliyê de bi ser Cumhuriyet, Bîrgun û evrensel’ê de jî bigirin. Piştevaniya medya azad şerte. Bijî medyaya azad. #ÖzgürlükçüDemokrasi
* Ender İmrekş @enderimrek : Dê têkopşîna Ozgurlukçu Demokrasî rêyekê din peyda bike.
* Tamer Doğan@petrocelli1871: Bi ser avahiyên Ozgurlukçu Demokrasî û çapxaneya Gun de girtin. Qeyûm tayînê rojnamê kirin. Wisan xuya dike ku Medya Dogan kirîn demek kî têrê nekir!