STENBOL – Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê axaftin û hevpeyvînên îlahiyatnas-nivîskar Îhsan Elîaçik kir hincet û îdianame amade kir. Ji Elîaçik re 7 sal û nîv ceza tê xwestin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi hinceta axaftinên konferans û hevpeyvînekê der barê îlahiyatnas-nivîskar Îhsan Elîaçik de bi îdiaya “Propoaganda rêxistinê kiriye” îdianame amade kir. Axaftinên konferans û hevpeyvînên Elîaçik ên der barê dorpêç û êrîşên li herêmê de hincet hatin nîşandan û 7 sal û nîv ceza jê re hat xwestin.
Dozgeriyê îdianame şand Dadgeha Cezayê Giran.