STENBOL – Nivîskar Hamîde Yîgît, diyar kir ku li Sûriyeyê armanca Rûsyayê ya ewil Îdlib e û ya AKP’ê jî li Efrînê ji bo komên selefi peydakirina qadekê ye. Yîgît got: “Niha Tirkiye bi Sûriye, Iraq û Îranê hevrû bûye. Wê tasarruf AKP’ê ya li ser Efrînê wisa ne hêsan be. Çimkî êdî Efrînê navenda pevçûneke nû ya pirneteweyî ye.”
Nivîskar Hamîde Yîgît êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê nirxandin.
OPERASYONA EFRÎNÊ NE SERKETIN, TÊKÇÛYÎN E’
Yîgît, destnîşan kir ku ji bo polîtîkaya hundurîn operasyona Efrînê bûye propaganda û bi vî awayî hatiye destpêkirin. Yîgît, bi lêv kir ku Tirkiye ne di “sê rojan” de di roja 58’an de ketiye Efrînê û dema mirov di vî warî de jî lê binihêre ev ne serketin, têkçûyîn e. Yîgît, diyar kir ku li navenda Efrînê çikandina alaya Tirkiyeyê, bûye malzemeya propagandayê ya siyaseta hundurîn. Yîgît got, di warê hiqûqa navnetewî de wê ev rewş ji bo Tirkiyeyê bibe sedema encamên nebixêr. Yîgît, destnîşan kir ku çikandina alayê tê wateya binpêkirina yekpareyiya xaka dewletekê û got: “Her çen AKP bêje ‘em ne dagirker in’ jî, lê belê di warê hiqûqa navnetewî de bi vî awayî encambûyîna vê operasyonê ji bilî dagirkeriyê ne tu tişt e. Her wiha hikûmeta Sûriyeyê jî vê yekê wekî dagirkeriyê diwesfîne. Jixwe me gotibû armanca sereke ya AKP’ê ew e ku ji bo cîhadîstan û malbatên wan qadekê peyda bike.”
'EFRÎN NAVENDA PEVÇÛNEKE NÛ YA PIRNETEWEYÎ YE’
Yîgît, diyar kir ku wê ev operasyon di navbera kurd, tirk û ereban de nebe sedema veqtînê, lê belê di nezda dewletê de wê Tirkiye di warê hiqûqa navnetewî de bi krîze gelekî cidî re rû bi rû bimîne. Yîgît, diyar kir ku xasûkiyên Tirkiyeyê hene ku li hêlekê Rûsyayê li hêla din jî DYA’Yê îdare dike. Yîgît got: “Her wiha bi awayekî fiîlî ew û cînarên xwe Sûriye, Iraq û Îran hevrû bûne. Cara ewil e ku rûberî hev tên. Wê di pêş de bandorên vê krîzê yên di asta navnetewî de bên dîtin. Çimkî dibe ku AKP’ê bi hêsanî Efrîn bi dest xistibe, lê wê tasarûfa wê ya li ser herêmê ne wisa hêsan be. Çimkî êdî Efrînê navenda pevçûneke nû ya pirneteweyî ye.”
Her wiha Yîgît têkildarî bêdengiya DYA û Rûsyayê de jî got, ji ber armanca Rûsyayê Îdlibe, destûra operasyonê daye û DYA jî li ser ser mutefîkiya kurdan a li rojhilatê Firatê hûr bûye.
Yîgît, destnîşan kir ku daxwaza ku YPG vekişe rojhilatê Firatê ne tiştekî wisa hêsan e. Yîgît, diyar kir ku sêwirîna fetîhker a ku Sîncarê jî hedef girt bala derket û got: “Çimkî hat dîtin ku di warê leşkerî de tu beramberiyeke vê hemasetê tune ye, tenê di asta propagandayê de ye. Çimkî piştî ku PKK ji Sincarê vekişiya, gotin ‘em operasyona Sîncarê didin destpêkirin.’ Divê ev geşedan wekî malzemeya propagandayê ya siyaseta hundurîn bên dîtin. Her wiha her çend AKP li hêlekê li nav çavê Rûsya û li hêlekê jî li nav çavê DYA’yê binere jî, wê di her gavên xwe de bi pirsgirêka binpêkirina serdestiya dewletên cînar re rû bi rû bimîne û wê li hemberî xwe Sûriye, Îran û Iraqê bibîne.”
MA / Bilal Seçkin