STENBOL – Derhêner Bogaç Ûzûn ji bo balê bikişîne ser girîngî û bandora zimanê dayikê fîlmê kurt ê bi navê “Bizin” ku deqîqeyek e kişand, diyar kir ku tiştê wî xwestiya der barê zimanê kurdî de bibêje xistiye kadrajê. Ûzûn got: “Bizin fîlmeke kurt e, lê bandoreke wê ya zêde heye.”
Derhêner Bogaç Ûzûn ji bo bal bikişîne ser çewisandinên li ser kurdî, fîlmê bi navê “Bizin” kişand. Bizin ewilî bi awayekî online di Mîhrîcana Fîlman a Filminute ya İnternationalê hat pêşanddan û Xelata Yekemîn a Juriyê wergirt. Her wiha di Mîhrîcana Fîlman a 37’an a Stenbolê de jî di nav nêzî 300 fîlman de di nav 12 fîlmên ewil de cih girt û wê di beşa “Pêşbirka Fîlmên Kurt a Navnetewî” de cih bigire. Fîlm 15 deqîqe ye, lê belê derhêner ew daxistiye deqeyekê. Her wiha di Mîhrîcana Fîlman a Stenbolê de xelata fîlmê herî kurt jî wergirt.
WÊ CARA EWIL DI 15’Ê NÎSANÊ DE BÊ NÎŞANDAN
Fîlm li Mêrdîn hatiye kişandin û wê di 15’ê Nîsanê de di Odîtoryûma Muzeya Perayê de bê nîşandan. Her wiha wê di Hezîranê de jî li Amerîkayê di beşa “Pêşbirka Fîlmên Kurt a Navnetewî” cih bigire.
Derhênerê Bizinê xwendekarê pola sêyemîn a Beşa Sînema û Televîzyonê ya Zanîngeha Dîcleyê Bogaç Ûzûn, diyar kir ku wî nexwestiye bi budçeyeke zêde fîlm bikişne û xwestiye bi ekîbeke hîn biçûktir temasî gelek mirovan bike. Ûzûn got: “Dixwazim ji gelek derdoran kes vî fîlmî bîbînin. Li ser vê min biryara da ku fîlm dabeşî 3 perçeyan bikim. Jixwe di senaryoka orjînal de jî 3 tişt hene ku min dixwest bibêjim. Min got ez hersê hevokan bikim sê fîlmên cuda û bikişînim.” Ûzûn diyar kir ku ji van fîlman a ewil “Bizin” bû.
‘BIZI FÎLMEKÎ KURT E LÊ TESÎREKE WÊ YA ZÊDE HEYE’
Ûzûn, destnîşan kir ku Bizin fîlmekî kurt û deqîqeyeke, lê belê bandora wê zêde ye. Ûzûn got: “Beriya her tiştî em têde pirsgirêk û perwerdehiya zimanê dayikê dibînin. A rastî rasterast berê xwe dide îktîdar û mêr, lê ne bi awayekî rasterast bi awayekî neyekser gilîkirina wê hêzê bêtir li xweşa min diçe. Ji bilî vê eger em di çarçoveyeke humanîst a di warê nasname, ziman û kincan de lê binerin, fîlmekî ku temasî têkiliya heywan û mirovan dike. Ji ber vê ye ku Bizin pir bitewq e. Bi ya min a ku temaşevan jî ber bi xwe ve dikişîne ev e.”
Ûzûn, diyar kir ku xwendekara pola 3’yemîn Meleka 10 salî ku di fîlm de dilîze, dema “keçî” dinivîsand di bişêvkirinê de zehmetî dikişand, lê belê dema digot “Bizin amin” peyv li devê wê rûdnişt û ji bo ew vê rewşê baş bide der ev bi baldarî tev geriyaye. Ûzûn diyar kir ku di dema kêşanê de ew ketin dersa Tirkî, lê belê zarok dixwestin bi zimanê xwe bên perwerdekirin û biaxivin. Ûzûn destnîşan kir ku zarok dibêjin qey ew bi tirkî diaxivin, lê belê di dersê de bi kurdî diaxivin û got: “Meseleya zimanê dayikê ne meseleyeke ku bê daxwazkirin. Jixwe divê hebe.”
Herî dawî Ûzûn diyar kir ku eywanên sînemayê berdewamiya feraseta nêrza ne û got: “Eywanên sînemayê ji aliyê hêzên nêrza ve hatine çêkirin û ev yek temaşevanan jî dixe bin nîrê xwe û bi wir ve kelemçe dike. Dîmenan dide ber çavên wan. Ji ber ji pêşandanên sînemayê ditirsim, min ewil Bizinê şand mîhrîcana onlîneyî. Paşê min ferq kir ku girse û formen hunerê yên cuda hene. Min got divê tiştên dixwazim bibêjim di kadrajê de bi cih bikim, bisêwirînim. Li ser vî esasî min serî li mîhrîcana da. Wê Bizin di 15’ê Nîsanê de di Mîhrîcana Fîlman a 37’an a Stenbolê de bê pêşandan. Em li benda herkesî ne. Her wiha wê di dema nîşandanê de suprîzek min jî hebe. Wê Melek cara ewil li eywana sînemayê fîlmê xwe temaşe bike. Her wiha planek me heye ku em li Mêrdîn û kafeyên li wir tevî gel li fîlm temaşe bikin.”
MA / Necla Demir