STENBOL - TOHAV’ê “Rapora Şopandinê ya 2017’an a Penaberan a Tirkiyeyê” amade kir. Di raporê de pirsgirêk û kêşeyên ku penaber bi wan re rû bi rû dimînin hatine destnîşankirin û tê diyarkirin ku hîn jî destûr nayê dayîn ku rêxistinên civaka sivîl bajarên peykî û navendên paşevşandinê bişopînin.
Weqfa Lêkolînên Civakî û Hiqûqî (TOHAV) “Rapora Şopandinê ya 2017’an a Penaberan a Tirkiyeyê” amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku li gorî Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên yekbûyî hejmara penaberên sûriyeyî yên li Tirkiyeyê 2 milyon û 900 hezar e; li gorî daneyên 14’ê Kanûna 2017’an ên Miduriyeta Giştî ya Îdareya Koçberiyê ya Wezareta Karên Navxweyî jî hejmara penaberan 3 milyon û 400 hezar e. Li gorî daneyên Miduriyeta Giştî ya Koçberiyê, ji van hejmaran tenê ji sedî 6.7 jê li 10 bajarên Tirkiyeyê li navendên hêwirandinê yên demborî hatine bicîkirin. Hat diyarkirin ku hejmara sûriyeyiyên ku daneyên wan ên bîyometrîk esas hatin girtin û hatin qeydkirin 3 milyon û 424 hezar û 237 e û li gorî daneyên 28’ê Kanûna 2017’an ji van kesan milyon û 852 hezar û 563 jê mêr in û milyon û 571 hezar û 674 jê jî jin in.
Di raporê de pirsgirêk û kêşeyên ku penaber bi wan re rû bi rû dimînin hatine destnîşankirin û tê diyarkirin ku hîn jî destûr nayê dayîn ku rêxistinên civaka sivîl bajarên peykî û navendên paşevşandinê bişopînin.
Di rapora 175 rûpelî de, hat diyarkirin ku penaber di şert û mercên newekhev, derîtomarkirinê û neadil de tênxebitandin û ev yek herî zêde tesîrê li jin û zarokan dike. Di raporê de hat destnîşan kirin ku li Tirkiyeyê dewlet bi awayekî baş xizmetên rehabîlîtasyonî ku pêdiviya penaberan pê heye pêk nayîne û navendên tenduristiyê yên hatine vekirin jî kêm in û penaber baş jê sûdê wernagirin.
Di bin sernavê “Mafê Hêwirandinê” de hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê 10 navendên hêwirandinê hene û 228 hezar û 251 kes lê dimînin û 3 milyon û 195 hezar û 986 kes jê jî li derveyî navendên hêwirandinê dimînin. Her wiha hat bilêvkirin ku divê li bajarên wekî Stenbol, Riha, Hatay û Dîlokê hejmara navendan bê zêdekirin.
Di bin sernavê “Mafê Perwerdehiyê” de, pirsgirêkên zarokên sûriyeyî jî hatin destnîşankirin. Hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê nêzî 615 hezar û 42 zarokên sûriyeyî li dibistanên girêdayî Wezareta Perwerdehiya Netewî û li dibistanên Navendên Perwerdehiya Demborî an jî yên sûriyeyan bi xwe vekirine dixwînin. Hat diyarkirin ku hîn jî pirsgirêkên di warê mafê xebatê, ziman û îstihdamê de didomin. Her wiha rewşa karkerên zarok jî hat destnîşankirin ku bi awayekî qaçax û bi heqdesteke erzan tên xebitandin.
Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) a Jimare 676 ku di 31’ê Cotmeha 2016’an de hat derxistin penaber û koçber tên dersînorsikirin û bêyî mekanîzmayeke venêhartinê hebe, ev yek veguheriye weziyeteke kêfî.
MA / Yasin Kobulan