WAN – Zabiteyên ku Şaredariya Mezin a Wanê ew ji kar derxistibûn û Burya Rewşa Awarte û Emniyetê der barê wan de biryara “Têkiliya wan bi terorê re tune ye”, doza “vegera ser kar vekiribûn û bi ser ketibûn. Lê belê Dadgeha Îstinafê, tenê li gor parêziya şaredariyê tev geriya û biryara vegera ser kar xera kir.
Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Mezin a Wanê hat kirin, bêyî ku hincet bê nîşandan peymana 107 zabiteyan hat betalkirin. Ji van zabiteyan 7 jê ji bo vegerin ser karê xwe li Dadgeha Kar a Wanê doz vekirin. Piştî doz hat vekirin dadgehê, nivîs ji Buroya Rewşa Awarte, Miduriyeta Emniyetê û Şaredariya Mezin re şand û xwest hîn bibe ka têkiliya wan bi “rêxistinên terorî” re heye yan ne.
Buroya Rewşa Awarte û Emniyetê bersiva dadgeh dan û diyar kirin ku tu têkiliya wan bi “rêxistinên terorî” re tune ye. Lê belê Şaredariya Mezin a Wanê jî ku bêyî hincet zabiteyan ji kar derxist, di nivîsa ji dadgehê re şand de diyar kir ku zabite di çarçoveya Rewşa Awarte de ji kar nehatine derxistin, ji ber ku dema peymana wan tije bûye ji peymana wan nehatiye nûkirin. Her wiha Şaredariyê xwe parast û got ev kesên navborî ji aliyê fîrmaya taşeron ve ji kar hatine derxistin. Lê belê şîrketa ku îhale wergirt jî diyar kir ku hemû berpirsiyarî ya şaredariyê ye.
Li ser van bersivên ji dadgehê re hatin şandin, dadgeha herêmî biryara vegera ser kar da. Lê belê Şaredariya Mezin a Wanê îtiraza biryara dadgeha herêmî da û ji bo biryara hatiye dayîn bê xirakirin serî li Daîreya Hiqûqê ya 6’emîn a Dadgeha Îdarî ya Herêmê ya Erziromê da. Şaredariyê di serlêdana xwe de diyar kir ku zabite ne xebatkarê şaredariyê ne, tenê heta demekê li gor peymanekê xebitîne û xwest biryara hatiye dayîn bê betalkirin.
Dadgeha Îstinafê, jî diyar kir ku li gorî lêkolînên daîreya dadgeha wan şopa gumana ku têkiliya wna bi “rêxistinên terorî re” heye û ji ber vê biryara vegera ser kar ku dadgeha herêmî dabû xira kir.
MA / Mujdat Can