ŞIRNEX - Hunermend Nudem Durak a 3 salin girtiye û bi hinceta stranên kurdî sitra rastî 19 sal cezayê girtîhê hat. Durak, ji ber li dijî pêkanîna kincên yek tîpî û aktîvîteyên civakî yên girtîgehê derket rastî 3 meh cezayê hevdîtinê hat.
Rayedarên Girtîgeha Tîpa M a Bayburtê, 3 meh cezayê hevdîtina vekirî û ya girtî li endama Koma Sorxwîn Nudem Durak birîn. Durak ji ber dengdayîna awazên kurdî di 22’yê Nîsana 2015’an de hat girtin û 19 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Durak bi reya telefonê agahî da malbatê û got: “Ji ber ku min pêkanînên keyfî yên girtîgehê qebûl nekirin, cezayê ne derketina hevdîtinê dan min.”
‘RASTÎ TACÎZÊN BI DEVKÎ TÊN’
Dayîk Hatîce Durak a bi keça xwe re li ser telefonê hevdîtin kir, anî ziman ku nêzî 8 mehane naçê hevdîtina keça xwe û wiha axivî: “Ez tenê dengê wê dibihîsim. Rewşa keça min, min dixe fikaran. Di rojên derbas bûyî de ji ber ku keça min û hevalên wê Newroz pîroz kirin, rastî êrîşan hatin. Rayedarên girtîgehê girtiyên nexweş nabin nexweşxanê. Girtî rastî tacîzên bi devkî yên gardiyenan tên û wan derp dikin.”
BÛYERÊN DI GIRTÎGEHÊ DE RAGIHANDIN JÎ SÛCE!
Dayîk Durak, da zanî ku ji ber keça pêkanîna kincên yek tîpî qebûl nekirin, rastî 3 meh cezayê hevdîtinê hat û wiha got: “Ji xwe di girtîgehê dene, ma êdî ji wan çi dixwazin. Ji ber ku bûyerên di girtîgehê de ji me re radigihîne, rastî cezayê dîsîplênê tên. Ji ber ku keça min staranên kurd dibêje û çêdike di girtîgehê deye. Zarokên min ev zilm heq nekirin. Bila dest ji vê zilmê berdin.”
Derbarê bûyerê de em li rayedarên girtîgehê geriyan, lê bêyî ku guh bidin îdîayan, gotin “Ne peywira me ye ku em bersiva tiştên wiha bidin. Hûn dikarin bi dozger re hevdîtin bikin.”