ENQERE – Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 19 sal e ji Sûriyeyê hatiye derxistin. Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder dema niha wekî "Windahi û dema windakirina demokrasî û aştiya Tirkiyeyê" şîrove kir û wiha got: "Heke Ocalan îro bi awayekî azad siyaset bikira, dê gelek tişt li Rojhilata Navîn biguheriya."
Wekî ku ji hêla gelek hêlan ve jî tê zanîn ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi planên DYA û Îsraîlê ji Sûriyeyê hat derxistin û li ser Komploya 9'ê Cotmehê re 19 sal derbas bû. Di vê demê de şer û pevçûnên li Rojhilata Navîn her ku çû kûr bûn. Rêxistinên wekî DAIŞ'ê ku bûne belaya serê mirovahiyê, piştî derxistina Ocalan li Rojhilata Navîn li vê Sûriyeyê bingeh girtin. Tecrîda li ser Ocalan ne tenê ji bo kurdan, ji bo gelek beşên cuda jî bû windahiyek mezin, yek jî kesên ku herî zêde Ocalan nas dike Berdevkê Heyeta Îmraliyê, Wekîlê HDP'ê Sirri Sureyya Onder e. Onder nêrînên xwe ji Ajansa Mezopotamyayê re parve kir.
Di 9'ê Cotmeha 1998’an de Ocalan bi komployeke navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin. Hûn dikarin der barê wê rojê de çi bêjin?
Berî her tiştî ji bo Tirkiyeyê û ji bo aştiya herêmê ev dem windahiyeke gelek mezin e ji bo demokrasiyê, ev demeke pir qîmet e û demeke pir dirêj e hatiye xespkirin, divê destpêkê binê vê bê xêzkirin. Di vê demê de li cîhanê û di siyasetê de gelek tişt guherîn. Dema em îro û sibê mêze dikin ev dûrayiya ku em hatinê hêj sîstematîk û nêrîneke rasttirîn şert e. Li ser wê komployê re demeke dirêj derbas bû û bi komployên cuda cuda teorî û rewşên li ser rastiyê re qewimîn. Tişta ku herî zêde ez dixwazim bêjim ev e: Dema nêrîna nû tê gotin, ji tespît û diyardeyên nû zêdetir ez behsa dawîkirina vê komployê û leyîstina rola aştiyê dikim. Tiştên pêşketî jî didin nîşan ku muktedîrên li Rojhilata Navîn, herî zêde bi hemleyên aştiyê paşve tên xistin. Ew êrîşên wanên li dijî aştiyê û bêtehmuliya wan divê baş bê xwendin û divê bingeha aştiyê fireh, bi eniyeke tevlêbûna wê mezin bê avakirin, ev dê bibe nifteya azadî û demokrasiyê.
Di navbera dema ku Ocalan li Sûriyeyê bû û biha de cudahiyek zêde heye; hem welatê navê wî tê gotin û hem jî li herêmê. Ev çi dide nîşan? Heke îro Ocalan bikaribûya li Rojhilata Navîn bi awayekî azad siyaset bikira dê çi biguheriya?
Ev pirsgirêk ne tenê pirsgirêkeke xweser a Ocalan e, heta li gorî min ji pirsgirêkeke xweser nîne, demokrasî pirsgirêkeke xweser e û her dem ev dîtiye, ev jî wî wekî Rêberekî taybet dide nîşan. Çapemeniya ku bi salan hêrseke mezin li dijî wî rêxistin kir, di hemleyeke herî piçûk a demokrasiyê de bi carekê de wekî cihêtnuma (pûsûla) destnîşankirina wî, ya rast her dem Ocalan bû kesekî ku ji fikrên wî bişêwirin û ev rastiyeke bingehîn e. Bi vê girêdanê re er ê, heke Ocalan bi awayekî azad siyaset bikira, dê gelek tişt biguheriya. Dema piçekî jî derveta vê azadiyê hebûya, bandora wî bi derdiket holê.
Kîjan hêzê û çima Ocalan ji Sûriyeyê derxistin. Sûriyeya ku Ocalan jê hat derxistin îro ew qas hêzên biyanî li wir tên çi wateyê?
Min bersiva vê ji wî guhdar kiribû. Digot ku di çarçoveya bernameyeke demokratîk û aştiya herêmê de ev pêvajo hat destpêkirin. Çawaniya komploya navneteweyî jî û heta hemû hêzên hegonomîk ên li herêmê jî û dîsa statukoya heyî û projeyên wanên der barê herêmê de dê zerarê bibînin û ev wekî xaleke bingehîn vegotibû. Di nirxandinên wî yên der barê netew dewletê û modernîtey demokratîk de bi zelalî kaos û trajediyên tên jiyankirin bi zelalî datîne holê û wekî bingeha demê datîne pêşberê me.
Di demeke ku kurd ew qas tengasiyê de ne Celal Talabanî jiyana xwe ji dest da, Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye. Ev rewş bandoreke çawa ser kurda û Rojhilata Navîn dike?
Ev rewş ne rewşkeke "çavkaniya moralê ye" û ev şênber e. Rojên borî li gelenperiya cîhanê lêkolînek hat kirin. Pirsa 'Tişta ku herî zêde cîhan jê ditirse çî ye' hatiye kirin. Berî krîza gerdûnî û krîza aborî çi tê hûn dizanin? DAIŞ. Tevgera Kurd, li dijî DAIŞ'ê serkeftin bi dest xist, qezenc dike û vê qezencê dewam dike. Hûn li dijî tirsa herî mezin a cîhanê têkoşînê didin û ji hêlekê ve jî hinek netew dewletên li herêmê li dijî destkeftiyeke we ya herî piçûk, ji tevgera we ya azadiyê re bi hêrs e. Li gorî min ev xelatkirin û kêfxweşiya li hemberî vîna kurd nade nîşan, naxwazin kurd bi vê kêfxweş jî bibin.
Mixabin ku dijberiya kurd a li Tirkiyeyê AKP, MHP û Partiya Niştiman (Vatan Partîsî) aniye gel hev, ev stratejiya populîst û rasrgir, dixwaze tevgerîna bi muhasebeya birdoziyê ya dîroka kurdan bide ber balteyan. Li gorî min krîsa serdest a Rojhilata Navîn ev e. Ji daxwazên kurdan ên li Tirkiyeyê heta meseleya referandumê û rêya siyaseta legal a hatiye girtin û heta serdema şidetê ya ku îro li holê ye, divê biryara têkoşînê ya demdirêj û kûr bê parastin. Mirin û girtin, parçeyekê vê dîrokê ne; lê serkeftina demokrasiyê jî wisa ye. Divê em bi tu awayî Rojava ji hişê xwe dernexin. Ew der abîdeya jiyanî ya avakirina kurdan, qabîlyeta wan a jiyanê ye.
Komplo dikeve sala xwe ya 20'emîn, dê li Sûriyeyê rewşeke çawa şekil bigire û dê kurd kêngê azadiya Ocalan bibînin?
Xwezî bersiva pirseke wiha raste rast bihata dayîn. Ev serdemeke zehmet a ji teoriyên komployên ên der barê Rojhilata navîn de de û wêde biçe ye, li holê ye ku em di serdemeke bi şidet re derbas dibin. Di serdemên şidetên xwe wiha giran de, erzeyên di warên polîtîka û aboriya herêmê de jî bi xwe re tîne. Lê hin kesan li ser vê rewşa pevçûnî aboriya xwe jî saz kiriye. Polîtîkaya Ocalan jî polîtîkaya aştî, azadî û bi biryarî ye. Çi diguhere bila biguhere, Ocalan naguhere, herî kêm ez ji vê bawer dikim. Lê wekî me gotî vehameta virehbûna 'komploya navneteweyî' jî dide nîşan ku li Rojhilata Navîn bingeh çiwas hesas e û mirov lê dişiqite.
MA / Kenan Kirkaya