STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi miwekîlê xwe Ocalan re hevdîtin bikin, cara 741’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serlêdan dîsa hat redkirin.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Newroz Uysal, Serbay Koklu û Mehdî Oztuzun ji bo bi miwekîlên xwe re hevdîtin bikin, cara 741’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgerê komarê disa bi hinceta OHAL û ewlehiyê serlêdana parêzeran red kir.
Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve daxwaza hevdîtina parêzeran 741 carin serdozgerî bi bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabeye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte” hatin redkirin.