Temellî: Li Efrînê OSO, li hundir Çîftlîkbank talan dike

img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di civîna koma partiya xwe de diyar kir ku Serokê AKP’ê ji bo teşkîlatên partiya xwe dibêje "Westîna metal heye' û wiha got: "Lê di rastiyê de ne westana metal heye. Westana Erdogan heye. Li derve OSO li hundir Çiftlikbang talan dike." 

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî, di civîna partiya xwe ya heftane de nirxandinên girîng kirin. Temellî, bal kişand ser rewşa siyasetmedarên kurd ên girtî û kesên di 30'ê Adara 1972’an de li Kizildere hatin kuştin û Rêberê nifşên 68'an Mahir Çayan û hevalên wî bibîr anî. 
 
Temellî dîsa roja Şanogerên Cîhanê jî pîroz kir û wiha got: "Li ser dikê azadiyê dinivîsin. Em jî li qadan azadiyê dinivîsin. Me di Newrozê de li qadan azadî nivîsand. 
 
‘HER KU AGIRÊ NEWROZÊ GEŞ BIBE DÊ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ JÎ PÊŞ BIKEVE' 
 
Temellî, da zanîn ku tevî hemû astengiyan bi milyonan gel daketin qadan û li dijî faşîzmê milên xwe dan hev û Newroz pîroz kirin. Temellî wiha got:  “Li dijî Faşizmê mil dane hev û têkoşînê mezin dikin. Li dijî kesên siyaseta şer pêş dixin, li qadên Newrozê şêwirmendiyek xurt nîşan dan. Yên ku peykerê Kawa hilweşandin, li qadên Newrozê rastî milyonan hatin. Bi sed hezaran li dora agirê Kawa  pêxistiye bûn yek. Nîşan dan ku Kawa ne kevir e. Ne peyker e. Kawa wîcran, mejî û dil e. Kawa têkoşîna li dijî zilma Dehaqan e. Kawa meşaleyaazadiyê ye. Her ku agirê Newrozê geş bibe têkoşîna azadiyê jî dê bidome. Sala par Kemal Kurkut hat kuştin. Em wî bibîr tînin. Her ku têkoşîna azadiyê bilind dibe ew jî binçavkirinan zêde dikin. Wisa difikirin ku dê bi binçavkirin û girtinê me têk bibin. Lê ne wisa ye. Tu kes gavan paşve navêje.' 
 
KÊ ÎŞKENE KIR
 
Temelli, bal kişand ser kesên beriya Newrozê û piştî Newrozê hatin binçavkirin û di bin çavan de rastî îşkenceyê hatin û wiha berdewam kir: "Hevalên me wekî 12'ê Adarê û 12'ê Îlonê rastî îşkenceyê hatin. Berat Kiran û hevalên ciwan rastî îşkenceyê hatin. Divê hesapê vê yekê bê pirsin. Dîsa li girtîgehan gelek girtiyên nexweş hene. Girtiyên nexweş bi rêk û pêk rastî îşkenceyê tên. Divê ev yek bi dawî bibe." 
 
‘AKP BI SIYASETA ŞER XWE XWEDÎ DIKE'
 
Temelli, anî ziman ku iktîdara AKP’ê bi siyaseta şer xwe li ser piyan dihêle û wiha got: "Îktîdar bi siyaseta şer xwe xwedî dike û sûcê mirovahiyê dike. ‘Efrîn dagir kir. Ev yek têra wê nake niha dixwaze Minbiçê dagir bike. Îktîdar dixwaze li ser siyaseta şer hebûna xwe biparêze. Tenê li dervê sînor şer nake. li kolan û girtîgehan jî şer didomîne. Em bang li hikûmedê dikin û dixwazin demek berî demekê ji Efrînê derkevin. Em dixwazin tazmînata gel bidin wan û 
 
JI EFRÎNÊ DERKEVIN
 
Mixabin televîzyonên Tirkiye OSO wekî hêzên aştiyê yên NY'ê nîşan didin. Artêşa ku talan dike û wêran dike wekî artêşa aramiyê û rizgarkirinê nîşn dide. Em dibêjin Efrîn ya Efrînyan e. Li ser vê yekê berdevkên hikûmetê jî dibêjin Efrîn ya Efrînîyan e. Ger ku wisa be divê êdî ji nava axa Efrînê derkevin. Ne tenê hikûmte divê OSO û bermahiyên wê DAIŞ jî ji Efrînê derkevni. 
 
'TAYINKIRINA WALÎ YA EFRÎNÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN' 
 
Temellî bertek daxuyaniya Serokomar Tayyip Erdogan a 'Em dê walî tayînî Efrînê bikin' da û wiha berdewam kir: "Çawa qeyûm tayînî şaredariyên me kirin niha dixwazin walî jî tayîni Efrînê bikin. Ev yek bi tu awayî nayê qebûlkirin. Li vir ruyê wan ê rastîn, ruyê wan ê şer û dagirkeriyê derdikeve holê. Dijminantiya kurdan derdikeve holê. Dixwazin nifûsa bajar biguherînin û hundirêher tiştî vala bikin. Ev sûcê mirovahiyê yê herî mezin e." 
 
ERDOGAN ZENG GIRTIYE
 
Temelli, bal kişand ser gotinên Erdogan Erdogan a Westîna Metal (Zengirtina Metal) û wiha lê zêdekir: "Erdogan her roj di televîzyonan de ye. Di her kongreyê de Serokomar Erdogan heye. Hem Serokê AKP'ê û hem jî Serokomar e. Qala 'Zenga metal' dike. Niha dibêje dema raperînê ye. Dibêje li Efrînê raperînê dest pêkiriye. Dibêje sedema ketina min a Efrînê qezençkrina hilbijartinê ye. Lê di wan de westana metal tune. Zenga Erdogan heye. Te ev mirov pir westandin. Di demek nêzîk de ev mirov dê ji te xelas bibin." 
 
PIRSGIRÊKA KURD PIRSGIRÊKA DEMOKRASIYÊ YE
 
Temellî, anî ziman ku pirsgirêka demokrasî û pirsgirêka kurd ji hev ne cuda ye û pirsgirêka kurd bi demokratîkbûnê çareser dibe. Temellî, helwesta Kiliçdaroglu jî rexne kir û wiha got: "Îro her kes bi rêgezan di axive. Lê ev rêgez çine û çawa dikevin meriyetê li holê tune ye. Ger ku di nava van rêgezan de demokrasî û çareseriya pirsgirêka kurd tune be, pirsgirêk çareser nabe. Divê hûn li ser rêgeza li welat aştî, li cîhanê aştî tev bigerin. Divê hûn dest ji siyaseta aştiyê berdin. Temellî, bal kişand ser pirsgirêka aborî jî û wiha got: "Niha dolar bûye 4 lira. Di nava 5 salan de dolar ji sedî 115 buye devaluasyon. Aboriya Tirkiye şikestiye. 
 
OSO TALAN DIKE Û WÊRAN DIKE
 
Temlli, bal kişand ser helwesta OSO ya li Efrînêû wiha bi dawî kir: "Li Efrînê cilên OSO li xwe kirine û talan dikin. Li vir jî qiyafetên Çiftlikbank li xwe kirine û talan dikin. Yên welat wekî çiftlîka bavê xwe dibînin talan dikin û wêran dikin. Ev tev hişmendiya talankirin û wêrankirinê ye. Talankirin ne tenê li Efrînê, li her derê talankirin û wêrankirin heye. Li Qoser, Wêranşar, Dêrik û bajarên Mêrdînê nêzî 200 gund ceyran ji ser wan qut kiriye." 
 

Sernavên din

29/03/2018
11:20 Parêzerên Ocalan cara 742'yemîn serlêdan kirin
11:13 Li Venezûelayê girtiyan serî rakir: 68 kes mirin
10:30 Gunana 43 roj in di rojiya mirinê de ye: Rewşa wî xera dibe
10:29 Rojnamegerên xwendekar: Pêwîst be em ê li ser dîwaran binivîsinin
10:21 Asayîşa PDK'ê Hevseroka Tevgera Azadî hat berdan
10:20 Jin ‘Tora parastina cewherî ya feminist' ava dikin
10:16 Bav kuştun, dayik girtin: Birîna me kûr dikin
10:10 Qedexeya li Lîcê û Hênê rabû
09:46 Partiyên siyasî ji bo Ozgurlukçu Demokrasiyê bang kirin
09:23 Şaredariya Exrenî li rê û kolanên gundan kevirên parke datîne
09:22 ‘Navê qîrîniya di dirûşmeyên Newrozê de Efrîn bû’
09:21 Biryara neşopandinê ya der barê mirina Acar de teblîxî parêzeran nehat kirin
09:20 Mizgefta Kurdan kirin Mizgefta Tirkan!
09:19 Dîmenên siyastemedarên hatin revandin yeko yeko hatine komkirin!
09:18 ‘Çîroka Nevînê ne çîroka lehengtiyê ye, çîroka berxwedanê ye’
09:17 Şahidê Qetliyama Kizildereyê: Wehşet bû
09:16 Duran: Ozgurlukçu Demokrasî di serê lîsteyê de ye
09:15 Weşanxaneya Wardozê xwe berdaye binê behra folklora kurdan
09:14 Dadgehê di kuştina rêveberê DBP'ê de ‘qisûr’ nedît
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2018'AN
28/03/2018
17:20 Beyanameya Gerdûnî ya Mafê Mirovan jêkirin
17:10 Parêzerê Ozgurlukçu Demokrasî: Lêpirsîn heye, lê dozger tune
16:24 MGKP: Gelo ev agahiya pêngavên kîjan pêkanînê ne?
15:47 Li Dîlokê 5 kes hatin girtin
15:47 Ji Rektorê Artukluyê skandal: Yên tobe nekin dibe bên kuştin
15:46 Ozgurlukçu Demokrasî: Nikarin me bêdeng bikin
15:07 ÎRA: Dê tu carî nikaribin rastiyan ji civakê veşêrin
15:04 Polîsan ewil kevirên gorên PKK’iyan hilweşandin piştre xwestin malbat îfade bidin
14:43 Gava îşkenceya li girtîgehê vegot telefonê qût bû
14:28 ETHA û Atilim: Hûn nikarin rojê bi çiravê xerc bikin
13:20 'Ê dikare bikire patron, ê nikare bikire qeyûm…’
12:53 Serdozger 7 sal û nîv ceza ji Elîaçik re xwest
12:51 Rêxistinên çapemenîyê û rojnamegeran bertek nîşanî beryara Ozgurlukçu Demokrasî dan
12:48 6 kesên li Silopiyê binçav kiribûn hatin girtin
11:59 Xwediye Îmtiyazê yê Ozgurlukçu Demokrasî û 8 xebatkarên matbayê binçav kirin
11:48 Aborînas Şahînoz: Tirkiye 440 milyar dolar deyndarê derve ye
11:47 Li ber çavên malbatan êrîşî girtiyan kirin
10:51 Dixwazin hejmara kursiyên HDP’ê ji yên MHP’ê kêmtir bikin
10:36 Tirkiye bersîv da CPT: Nêviyê nameyên Ocalan hatin desteserkirin
10:04 Serokê Baskên Ciwanan ê AKP’î bû midurê nivîsgehê yê qeyûm
09:15 12 sal borîn lê hêj kujerên Enes Ata û 12 kesên din nehatin darizandin
09:14 Nivîskar Yîgît: Efrîn êdî navenda pevçûneke nû ya pirneteweyî ye
09:13 Bi fîlmê ‘Bizin’ girîngî û bandora zimanê zikmakî di deqeyekê de nîşan dide
09:13 Rapora 2017’an a penaberan a TOHAV’ê: Destûra saziyên civaka sivîl nayê dayîn
09:12 Dadgehê biryara vegera ser kar da, lê şaredariyê got ‘teror’
09:11 Ka dê qedexeya zozanan bihata rakirin?
09:10 Durak a zextên girtîgehê qebûl nekir rastî 3 meh ceza hat
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2018'AN
08:37 Roth: Almanya û NATO li dijî Efrînê çima bêdeng in?
08:28 Polisan bi ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de girtin û qeyûm tayîn kir
27/03/2018
17:34 Li Elbîstanê 9 kes hatin binçavkirin
17:03 Gelê Efrînê di şertên dijwar de têdikoşe
16:48 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 741’an hat redkirin
16:46 Platforma Şaxên KESK’ê yên Stenbolê: Dixwazin Bogazîçî 'fetih bikin'
15:34 Temellî: Li Efrînê OSO, li hundir Çîftlîkbank talan dike
14:40 Jina 22 rojin winda hevjînê wê ew kuştiye
14:37 Gelê Cizîrê ji bo gelê Efrînê seferber bûye
14:11 Xwendekarên zanîngehan: Xwedî derketina Bogazîçiyê xwedî derketina azadiyê ye
14:11 73 kesên di Newroza Stenbolê de hatibûn binçavkirin, anîn edliyê
13:58 Yûsiv: Li Efrînê qirkirin heye
13:18 DÎB: Lêpirsîna xwendekarên Bogazîçî bi dawî bikin
13:17 Parlamenterê Iraqî: Erdogan bersivek tund heq dike!
13:16 Parêzerên Ocalan cara 741’emîn serî li dozgeriyê dan
12:54 Li Amanosan leşkerek hat kuştin
12:30 Qedexeya derketina derve ya li Kerboranê rabû
12:18 Şengalî ji bo paşvekişandina PKK’ê çi dibêjin?
12:13 Serokê dadgehê: Ev dadgeha terorê ye, ez wê li vir dixwazim
11:54 Danişîna doza 'Nobeta Gerînendeyên Weşanê' hat ditin
11:41 Dozger ji bo hunermend Ferhat Tunç ceza xwest
11:29 Ciwanan peyama 'Em hemû Kawayên Şoreşger in' dan
11:23 Kevirên dîrokî yên Sûrê didizin û difiroşin
10:53 Li Lîcê û Hênê ‘qedexeya derketin derve’ hat îlankirin
10:31 Li Dêrsimê pevçûn derket, rê li trafîqê hat girtin
10:31 Tahmaz: Gava ku al bû dar, hûn nikarin civakê bi rêve bibin
10:18 Baweriya amediyan bi hilbijartinê nayê
09:53 Li Efrînê 2 leşker mirin
09:22 Li Midyadê 12 kesan zarokekê îstismar kir
09:21 Gundiyên ceryana wan hatiye qutkirin: Ji bo avê em 10 kîlometreyan dimeşin
09:20 HDP’ê jî ji bo hilbijartineke pêşwext dest bi amadekariyan kir
09:19 Ji bo gubre çê bike li mala xwe kurmikên Kalîforniyayê xwedî dike
09:19 Ji ber bendavên ‘ewlehiyê’ avhewa diguhere
09:18 Hîn li kujerên kurê xwe digeriya, gumlekê bixwîn û şûna 13 guleyan têde dan wê
09:17 Girtiyê li dijî lêgerînê derket rastî ceza hat
09:15 Prof. Dr. Kaptanoglû: Çalakiyên wekî Newrozê bandoreke erênî li civakê dike
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2018'AN
26/03/2018
17:41 Li Stenbolê kesek hat girtin û 8 kes hatin berdan
17:19 Mamostayan helwesta YNK û PDK'ê şermezar kirin
16:49 Li dijî avahiya DBP’a Başakşehîrê êrîşa çekdarî pêk hat
16:46 Polîsê bersûcê komkujiya Pirsûsê: Lêgerîn hatiba kirin dê komkujî pêk nehata
16:45 Dozger mutalaa Soma yê da
16:30 Li dijî têlkirina hewşên qawîşan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
16:14 Dozger ji bo doza Somayê mutalaa da
15:33 Rêxistinên Ciwanan: Xwendekar dê serî netewînin
15:26 Duymak a hevjînê wê di bodruman de şewitandin girtin
15:00 Ji bo Efrîniyên koçî Şehbayê kirin banga alîkariya dermanan
14:54 Dê doza Licê sibê bê dîtin
14:53 Encu: Bi vê dozê dixwazin tolê ji malbatên Roboskî hildin
14:38 Malbatan xwestin zarokên wan bên berdan
13:48 Banga 'Tev li Newrozê bibin' sûc hat dîtin
13:29 Li Kifir Neyê civîna Til Rifatê: Gelo Rûsya daxwaza Tirkiye erê kir?