DÎLOK – Derket holê ku Gul Gulîzar Ayalp (28) a 22 rojin winda ye, derket holê ku hevjînê wê Kemal Ayalp ew kuştiye.
Li taxa Nar a navçeya Pazarcik a Mereşê, malbata Gul Gulîzar Ayalp (28) a 22 rojin agahî jê nayê girtin, serî li cendirmeya navçeyê dan. Li ser serlêdana malbatê hevjînê Ayalp Kemal Ayalp û hevalê wî Guler O. hatin binçavkirin û dûre serbest hatin berdan.
PIŞTÎ 22 ROJAN CESEDÊ WÊ HAT DÎTIN
Îro di saetên serê sibê de bi ser goristana taxa Bagbaşi ya navçeya Şehîtkanmil a Dîlokê di nava deviyan de cesedekê jinekê hat dîtin. Cendirmeyan ji bo otopsiyê cesede jina hat dîtin şandin Saziya Tip Edlî. Li Saziya Tipa Edlî derket holê ku li ser gustilka tiliya jinê Kemal nivîsandiye. Li ser vê yekê xwişka Gul Gulîzar Ayalp Ayşegul Efîltî cenazeyê xwişka xwe teşhîs kir.
HEVJÎNÊ XWE QETIL KIR
Piştî cenazeyê Ayalp hat dîtin, cardin hevalê Kemal Ayalp Guler O. hat binçavkirin. Guler O. cînayet îtîraf kir û got wê rojê Kemal û hevjînê xwe Gul Gulîzar Ayalp bi wesayîtî digeriyan. Kemal nêzî goristana Taxa Bagbaşi bi tifingê hevjînê xwe kuşt û cenazeyê wê jî di nava deviyên nêzî goristanê de veşart.
PIŞTÎ BÛYERÊ WESAYÎT FIROTIYE
Derket holê ku Ayalp lêgerîna wî heyî, piştî bûyerê wesayîta xwe firotiye. Cendirmeyên xwe gihandin xwediyê wesayîtê, di wesayîtê de şopên xwînê û parçeyên guleya tifingê dîtin.