MÊRDÎN-Li navçeya Kerboranê qedexeya derketina derve ya di 26’ê Adarê de hat îlankirin, rabû. Hat diyar kir ku cenazeyê 3 kesên nasnameya wan ne diyar anîn Nexweşxaneya Dewletê ya navçeyê.
Li gundê Tanyerî ya navçeya Kerborana Mêrdînê bi hinceta “Operasyona leşkerî” di 26’ê Adarê de qedexeya derketina derve hat îlankirin. Piştî rabûna qedexeyê, li herêmê tevgera leşkerî jî kêm bû.
Hat diyar kirin ku cenazeyê 3 kesên nasnameya wan ne diyar anîn Nexweşxaneya Dewletê ya navçeyê û kirin morga nexweşxanê.