STENBOL – Yekitîya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB), tekildarî binçavkirina xwendekarên Zanîngeha Bogaziçî daxuyanî da û xwest dawî li lêpirsîna xwendekarên zanîngehê bînin û dest ji siyaseta ku bedelê dide dayîn bi dawî bikin.
Yekîtiya Ji Bo Demokrasiyê (DÎB), têkildarî xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî yên ku Serokê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan ew kirin hedef û piştre hatin binçavkirin daxuyanî da. DÎB'ê bi ser navê “Îktîdara Siyasî destê xwe ji zanîngehê bikişîne" weşand û wiha got: “Wan ciwanan li dijî nijadperestiyê îtîraz kirin. Ciwanan xwest ji bo kuştina mirovan kêf nekin û ev yek wîcdanan birîndar dike. Tukes ji bo aştiyê dixwazin û fikrên xwe aşkere dikin wekî ‘terorist’ nayê tawanbarkirin. Îktidara siyasî kesên aştiyê dixwaze, bi wan bedelan didin dayin. Ev yek di rejîmên demokrasiyê de nayên qebûlkirin. Divê îtîraza xwendekaran wekî ‘terorist’ neyên tawanbarkirin. Ev îtîraza xwendekaran bi demokratîkbûnê tê îzahkirn. Em bang li rayedaran dikin ku bi lez xwendekarên hatine binçavkirin serbest berdin û lêpirsîna der barê xwendekaran de bi dawî bikin."