Şengalî ji bo paşvekişandina PKK’ê çi dibêjin?

img
ŞENGAL - Êzidiyên li Şengalê, diyar kirin ku Tirkiye PKK’ê weke hincet nîşan dide û gotin: “A rast Tirkiye dixwaze mîna Efrînê Şengalê jî dagir û talan bike.” 
 
Hêzên HPG û YJA-Star, di 3’yê Tabaxa 2014’an de civaka Êzidî ji ferma DAIŞ’ê ya 74’emîn xelas kirin, piştî biryara vekişandina Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji Şengalê dest bi vekişandinê kirin. Hêzên gerîla yên ji bo Êzidiyên xwe spartin Çiyayê Şengalê bûn mertal, piştî yekîneyên parastinê yên gelê Êzidî hatin vakirin, vedigerin baregehên xwe. Tirkiye bi hinceta “Hebûna PKK’ê ya li Şengalê”, hewl dide êrîşî Şengalê bike û her roj gefan dixwe. Rêveberiya Bexdatê bertekek tund nîşanî vê helwesta Tirkiyeyê da û got: “Em ê li hemberî êrîşek biçûk a li ser yekbûyîna axa Iraqê re, bê bersiv nemînin.”  
 
ARMANC JENOSÎT Û DAGIRKERIYE 
 
Êzidiyên Şengalê helwesta Tirkiyeyê û paşvekişandina PKK’ê ya ji Şengalê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nixandin. Êzidiyan, diyar kirin ku ew êdî hem di warê leşkerî û hem jî di warê siyasî de dikarin xwe bi rêve bibin. 
 
Êzidiyan, anîn ziman ku ji ber paşvekişandina PKK’iyan pir xemgînin û wiha axivîn: “Em ji komkujiyê xelas kirin. Em spasdarên wanin. Di binga gefên Tirkiyeyê de ne hêzên HPG û YAJ-Starê ne. Armanc dikin ku Şengalê dagir bikin û gelê Êzidî qetil bikin.”
 
‘JI SERDEMA OSMANIYAN DE REWŞ WIHAYE’
 
Endamê Xwesertiya Demokratîk a Şengalê Tîl Ezîrlî Elyas Qasim Çûkê, diyar kir ku gefên Erdogan ên li ser Şengalê ne nû ne û wiha axivî: “Destên Osmaniyên ecdadên Erdogan di 73 fermanên li dijî gelê Êzidiyan de hene. Ji ber vê yekê ev ji bo me ne nûye. Li Cizîra Botanê, ji bo hemû Kurdistaniyan ferman îlan kirin. Wan DAIŞ ava kir. Ji xwe cîhan hemû vê rastiyê dizanin.”
 
‘ÊDÎ EM DIKARIN ŞER BIKIN’
 
Qasim Çûkê, da zanîn ku Êzidî êdî ne Êzidiyên berene û wiha got: “Em ê li dijî êrîşan serî netewînin. Gefan li me dixwin, lê bila zanibin em ne ew Êzidiyên berî fermanê ne. Me dîroka xwe nas kir.  Di warê siyasî û leşkerî de me rêxistinbûyîna xwe ava kir. Asta em şer bikin, me heye. Derdê Erdogan ne tenê Êzidîne, hemû kurdin.”
 
‘BI DERKETINA GERÎLA EM XEMGÎN DIBIN LÊ…’
 
Çûkê, anî ziman ku ew bi derketina gerîla xemgîn dibin û wiha bilêv kir: “Êdî ramanên Rêber Apo li ser axa Êzidiyan kok dane. Şervanên azadiyê li ku derê gelekê mezlum rastî êrîşan tê, dibezin hewara wan. Em jî fêrî vê yekê bûn. Ligel ku bi sedan leşker û pêşmerge hebûn jî, Êzidî helan û reviyan. Tenê şervanên azadiyê hatin hewara me û em parastin. Îro jî ji Şengalê vedikişin, lê ramanên wan dê bi me re bin. Her çiqasê bi çûyîna wan em xemgin dibin jî, lê ramanên Ocalan dê di Êzidxanê de bimînin.”
 
‘RAMANÊN WAN LI ŞENGALÊ ŞÎN BÛ’
 
Endama Meclîsa Jinan a Sînûnê Evîn Qasim jî, diyar kir ku bi gefên xwe armanc dikin ku gelê kurd tune bikin û wiha axivî: “Gava PKK hat ji kesekê destûr negirt, gava derbikeve jî ji kesekê destûrê nagire. Dibe ku paşve vekişin, lê raman, ruh û baweriya wan dê bi me re bimîne. Ramanên wan li her dera Şengalê şîn bû. Bi taybetî ji bo rêxistinbûyîna jinên Êzidî gelek ked dan û pêşengtî kirin. Em tim minetdarên wane.” 
 
‘EM SOZA YEKÎTIYÊ DA WAN’
 
Endamê Komîteya Bawermendê Meclisa Sînûnê Salîm Sedûn Hesen jî, da zanîn ku rastiya Osmaniyan di bingeha gefên Tirkiyeyê yên li ser Şengalê de hene û wiha bilêv kir: “Cîhan li dijî van gefan bêdenge. Hêzên ji Şengalê vekişiyan, ji em xwestin ku em yekîtiya Êzidiyan ava bikin. Em jî soza yekîtiyê da wan.”
 
‘DIXWAZIN MÎNA EFRÎNÊ ŞENGALÊ JÎ DAGIR BIKIN’
 
Hevserokê Meclîsa Borîk Feysel Reşîd jî, dest nîşan kir ku ew girîngiyê nadin gefên Erdogan û wiha got: “Ji ber ku êdî leşkerên me yên şer bikin û rêxistinbûyan me heye. A rast dixwazin Şengalê jî mîna Efrînê dagir bikin. Bingeha hemû êrîşên li ser gelê Êzidî yên Şengalê dîrokîne. Hêzên gerîla ji bo gelê Êzidî ji komkujiyê rizgar bike hatin vê derê. Ji bo em xwe birêxistin bikin, alîkariyên mezin dan me. Ewê tim di dilê me de cih bigirin.”
 
MA / Selamî Aslan

Sernavên din

29/03/2018
11:20 Parêzerên Ocalan cara 742'yemîn serlêdan kirin
11:13 Li Venezûelayê girtiyan serî rakir: 68 kes mirin
10:30 Gunana 43 roj in di rojiya mirinê de ye: Rewşa wî xera dibe
10:29 Rojnamegerên xwendekar: Pêwîst be em ê li ser dîwaran binivîsinin
10:21 Asayîşa PDK'ê Hevseroka Tevgera Azadî hat berdan
10:20 Jin ‘Tora parastina cewherî ya feminist' ava dikin
10:16 Bav kuştun, dayik girtin: Birîna me kûr dikin
10:10 Qedexeya li Lîcê û Hênê rabû
09:46 Partiyên siyasî ji bo Ozgurlukçu Demokrasiyê bang kirin
09:23 Şaredariya Exrenî li rê û kolanên gundan kevirên parke datîne
09:22 ‘Navê qîrîniya di dirûşmeyên Newrozê de Efrîn bû’
09:21 Biryara neşopandinê ya der barê mirina Acar de teblîxî parêzeran nehat kirin
09:20 Mizgefta Kurdan kirin Mizgefta Tirkan!
09:19 Dîmenên siyastemedarên hatin revandin yeko yeko hatine komkirin!
09:18 ‘Çîroka Nevînê ne çîroka lehengtiyê ye, çîroka berxwedanê ye’
09:17 Şahidê Qetliyama Kizildereyê: Wehşet bû
09:16 Duran: Ozgurlukçu Demokrasî di serê lîsteyê de ye
09:15 Weşanxaneya Wardozê xwe berdaye binê behra folklora kurdan
09:14 Dadgehê di kuştina rêveberê DBP'ê de ‘qisûr’ nedît
09:00 ROJEVA 29'Ê ADARA 2018'AN
28/03/2018
17:20 Beyanameya Gerdûnî ya Mafê Mirovan jêkirin
17:10 Parêzerê Ozgurlukçu Demokrasî: Lêpirsîn heye, lê dozger tune
16:24 MGKP: Gelo ev agahiya pêngavên kîjan pêkanînê ne?
15:47 Li Dîlokê 5 kes hatin girtin
15:47 Ji Rektorê Artukluyê skandal: Yên tobe nekin dibe bên kuştin
15:46 Ozgurlukçu Demokrasî: Nikarin me bêdeng bikin
15:07 ÎRA: Dê tu carî nikaribin rastiyan ji civakê veşêrin
15:04 Polîsan ewil kevirên gorên PKK’iyan hilweşandin piştre xwestin malbat îfade bidin
14:43 Gava îşkenceya li girtîgehê vegot telefonê qût bû
14:28 ETHA û Atilim: Hûn nikarin rojê bi çiravê xerc bikin
13:20 'Ê dikare bikire patron, ê nikare bikire qeyûm…’
12:53 Serdozger 7 sal û nîv ceza ji Elîaçik re xwest
12:51 Rêxistinên çapemenîyê û rojnamegeran bertek nîşanî beryara Ozgurlukçu Demokrasî dan
12:48 6 kesên li Silopiyê binçav kiribûn hatin girtin
11:59 Xwediye Îmtiyazê yê Ozgurlukçu Demokrasî û 8 xebatkarên matbayê binçav kirin
11:48 Aborînas Şahînoz: Tirkiye 440 milyar dolar deyndarê derve ye
11:47 Li ber çavên malbatan êrîşî girtiyan kirin
10:51 Dixwazin hejmara kursiyên HDP’ê ji yên MHP’ê kêmtir bikin
10:36 Tirkiye bersîv da CPT: Nêviyê nameyên Ocalan hatin desteserkirin
10:04 Serokê Baskên Ciwanan ê AKP’î bû midurê nivîsgehê yê qeyûm
09:15 12 sal borîn lê hêj kujerên Enes Ata û 12 kesên din nehatin darizandin
09:14 Nivîskar Yîgît: Efrîn êdî navenda pevçûneke nû ya pirneteweyî ye
09:13 Bi fîlmê ‘Bizin’ girîngî û bandora zimanê zikmakî di deqeyekê de nîşan dide
09:13 Rapora 2017’an a penaberan a TOHAV’ê: Destûra saziyên civaka sivîl nayê dayîn
09:12 Dadgehê biryara vegera ser kar da, lê şaredariyê got ‘teror’
09:11 Ka dê qedexeya zozanan bihata rakirin?
09:10 Durak a zextên girtîgehê qebûl nekir rastî 3 meh ceza hat
09:00 ROJEVA 28'Ê ADARA 2018'AN
08:37 Roth: Almanya û NATO li dijî Efrînê çima bêdeng in?
08:28 Polisan bi ser rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî de girtin û qeyûm tayîn kir
27/03/2018
17:34 Li Elbîstanê 9 kes hatin binçavkirin
17:03 Gelê Efrînê di şertên dijwar de têdikoşe
16:48 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 741’an hat redkirin
16:46 Platforma Şaxên KESK’ê yên Stenbolê: Dixwazin Bogazîçî 'fetih bikin'
15:34 Temellî: Li Efrînê OSO, li hundir Çîftlîkbank talan dike
14:40 Jina 22 rojin winda hevjînê wê ew kuştiye
14:37 Gelê Cizîrê ji bo gelê Efrînê seferber bûye
14:11 Xwendekarên zanîngehan: Xwedî derketina Bogazîçiyê xwedî derketina azadiyê ye
14:11 73 kesên di Newroza Stenbolê de hatibûn binçavkirin, anîn edliyê
13:58 Yûsiv: Li Efrînê qirkirin heye
13:18 DÎB: Lêpirsîna xwendekarên Bogazîçî bi dawî bikin
13:17 Parlamenterê Iraqî: Erdogan bersivek tund heq dike!
13:16 Parêzerên Ocalan cara 741’emîn serî li dozgeriyê dan
12:54 Li Amanosan leşkerek hat kuştin
12:30 Qedexeya derketina derve ya li Kerboranê rabû
12:18 Şengalî ji bo paşvekişandina PKK’ê çi dibêjin?
12:13 Serokê dadgehê: Ev dadgeha terorê ye, ez wê li vir dixwazim
11:54 Danişîna doza 'Nobeta Gerînendeyên Weşanê' hat ditin
11:41 Dozger ji bo hunermend Ferhat Tunç ceza xwest
11:29 Ciwanan peyama 'Em hemû Kawayên Şoreşger in' dan
11:23 Kevirên dîrokî yên Sûrê didizin û difiroşin
10:53 Li Lîcê û Hênê ‘qedexeya derketin derve’ hat îlankirin
10:31 Li Dêrsimê pevçûn derket, rê li trafîqê hat girtin
10:31 Tahmaz: Gava ku al bû dar, hûn nikarin civakê bi rêve bibin
10:18 Baweriya amediyan bi hilbijartinê nayê
09:53 Li Efrînê 2 leşker mirin
09:22 Li Midyadê 12 kesan zarokekê îstismar kir
09:21 Gundiyên ceryana wan hatiye qutkirin: Ji bo avê em 10 kîlometreyan dimeşin
09:20 HDP’ê jî ji bo hilbijartineke pêşwext dest bi amadekariyan kir
09:19 Ji bo gubre çê bike li mala xwe kurmikên Kalîforniyayê xwedî dike
09:19 Ji ber bendavên ‘ewlehiyê’ avhewa diguhere
09:18 Hîn li kujerên kurê xwe digeriya, gumlekê bixwîn û şûna 13 guleyan têde dan wê
09:17 Girtiyê li dijî lêgerînê derket rastî ceza hat
09:15 Prof. Dr. Kaptanoglû: Çalakiyên wekî Newrozê bandoreke erênî li civakê dike
09:00 ROJEVA 27'Ê ADARA 2018'AN
26/03/2018
17:41 Li Stenbolê kesek hat girtin û 8 kes hatin berdan
17:19 Mamostayan helwesta YNK û PDK'ê şermezar kirin
16:49 Li dijî avahiya DBP’a Başakşehîrê êrîşa çekdarî pêk hat
16:46 Polîsê bersûcê komkujiya Pirsûsê: Lêgerîn hatiba kirin dê komkujî pêk nehata
16:45 Dozger mutalaa Soma yê da
16:30 Li dijî têlkirina hewşên qawîşan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin
16:14 Dozger ji bo doza Somayê mutalaa da
15:33 Rêxistinên Ciwanan: Xwendekar dê serî netewînin
15:26 Duymak a hevjînê wê di bodruman de şewitandin girtin
15:00 Ji bo Efrîniyên koçî Şehbayê kirin banga alîkariya dermanan
14:54 Dê doza Licê sibê bê dîtin
14:53 Encu: Bi vê dozê dixwazin tolê ji malbatên Roboskî hildin
14:38 Malbatan xwestin zarokên wan bên berdan
13:48 Banga 'Tev li Newrozê bibin' sûc hat dîtin
13:29 Li Kifir Neyê civîna Til Rifatê: Gelo Rûsya daxwaza Tirkiye erê kir?