STENBOL – Hîndekar Esra Demîr Gursel, bi boneya li derveyî welat bû nikaribû beşdarî danişînê bibe. Di danişînê de serokê dadgehê got: “Ev der dadgeha terorê ye, divê were. Ez wê li vir dixwazim.”
Akademîsyenên aştiyê bi boneya gotin “Em nabin şirîkê vî sûcî” û belavoka aştiyê îmze kirin, li wan doz hatibû vekirin. Yek ji akademîsyenan Esra Demîr Gursel a li Zanîngeha Marmarayê hîndekar bû û hat îxrackirin e. Danişîna ewil a doza Gursel li 37’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Gursel ji ber li derveyî welat bû beşdarî danişînê nebû û parêzera wê Benan Molu di danişînê de amade bû. Parêzer Molu destnîşan kir ku miwekîla wê ji ber li derveyî welat dixebite û xwest dosyeyê bi dosyeya 4 akademîsyenên li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê tên darizandin bikin yek. Molu xwest ku parastina Gursel a li navnîşana wê ya derveyî welat bê girtin. Dozger daxwaza dosye bi ya din re bibe yek betal kir û xwest di der barê Gursel de biryara girtinê bê derxistin.
Li ser dubarekirina daxwaza parêzer, serokê dadgehê wiha got: “Ez nikaribim bi îstînabeyê ve eleqedar bibim. Ew qas damezrawek zor e. Ev der ne dadgeha bazariyê ye. Ev der dadgeha terorê ye, divê were. Ez wê li vir dixwazim.”
Heyeta dadgehê biryara ku di danişînek din de Gursel amade be da û danişînê taloqî 16’ê cotmehê kir.