STENBOL – 2’yemîn danişîna doza hunermend Ferhat Tunç a bi hinceta bi riya medya civakî “propaganda rêxistinê kiriye” hat dîtin û dozger xwest Tunç bê cezakirin.
Hunermend Ferhat Tunç bi boneya di 2015-2016’an de bi riya hesabê medya civakî parvekirinan kiriye der heqî wî de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” doz hatibû vekirin û 2’yemîn danişîna dozê li 36’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Tunç û parêzerê xwe di danişînê de amade bûn û danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir.
Piştî parastina Tunç, dozger mutalaya xwe pêşkêşî dadgehê kir û xwest hunermend Tunç bê cezakirin.
Parêzerên Ercan Kanar jî li dijî mutalayê mafê axaftinê girt û destnîşan kir ku îdianameya hatiye amadekirin ne bi niyetek baş hatiye amadekirin û divê di hiqûq de cezayê vê yekê nîn be. Kanar ji bo dosyeyê dozê dem xwest.
Heyeta dadgehê daxwaza parêzer Kanar qebûl kir û danişînê taloqî 3’ê gulanê kir.