AMED – Li 6 taxên Sûrê ji ber pevçûnan kevir li ser kevirê nehiştin. Kelûpelên kevirên bineqiş ên kevneşopiya malê Amedê, li Surê ji aliyê esnafekî ve derxist ber firotinê.
Li 6 taxên navçeya Sûrê ya Amedê 104 rojan pevçûn dewam kiribûn. Piştî pevçûnan 6 tax bi makîneyên kar hatin hilweşandin û ev tax dem û dûz bûn. Gelek îbadetxane û malên dîrokî yên Sûrê bi sedema pevçûnan hatin hilweşandin. Gelek avahiyên bi tescîl jî nehatin rizgarkirin. Xwedî mal û milk hêj nikarin bikevin taxên hilweşandî. Li van taxan gelek kelûpelên dîrokî yên li mal û îbadexaneyan tên talankirin û dizîkirin. Kevirên bi neqiş ên ku mîmariya bajêr û kelûpelên dîrokî li dikanekê hatin komkirin û derxistin ber firotinê.
DÎROKÊ TALAN DIKIN Û DIDIZIN
Ev berhemên dîrokî yên ku hindik tên dîtin, li dikanek kolana Demîrcîler a Balikçilarbaşi ya Sûrê danîn ser hev û rêzkirin û derxistin ber firotinê. Her çiqas xwediyê dikanê îdia bike bêje ez nafiroşe jî lê esnafê derdorê ne di heman nêrînê de ne. Esnafan got ku destpêkê dema kevir anîn dikanê zêde bûn û di nav demê de hejmara van keviran kêm bûye.
Kevirên dîrokî ango kelûpelên li dikanê ne ev in: Curn, aşê qehwe, bangeran, destar, kevirê ser devê bîra, gule, hesinên li ber şibakan, kevirên nexş û xemla li malan, zingilên biçûk û mezin ên deriyan û gelek tiştên din.
‘KEVIRAN LI BAXÇEYÊ VÎLAYÊ BICIH KIR’
Azîz Sapan ê li Sûrê karê neqliyê dike diyar kir ku 4 hefte berê niha mişteriyek hatiye ji dikanê gelek kevir û tiştên din biriye malek semta Dîclekentê û mişterî van keviran li hewşa vîlayê bicih kiriye.
Zekî Coşkun ê li navçeyê esnafiyê dike jî destnîşan kir ku gelek kelûpelên dîrokî y3en ji hosteyên suryanî mane firotine û veguhezandine bajarên rojavayê Tirkiyeyê. Coşkun anî ziman ku firotina kelûpelên aîdî Sûrê û kevneşopiya bi hezarên salan neheqiya herî mezin e û kes nakeve pêşiya vê dizî û talanê.
‘TIŞTEK EM BIKIN NÎNE’
Têkildarî mijarê me bi Miduriyeta Muze ya Amedê re hevdîtin kir. Rayedarek ji Muzeyê îdia kir ku gelek ji van keviran ne yên bi qalîtene û tiştek ew bikin tune ye. Xebatkarek Saziya Parastina Hebûnên Çanda Amedê jî da zanîn ku di vê mijarê de gilîkirinek ji wan re neçûye û daxwaza kesî çênebûye.
MA / Lezgîn Akdenîz