‘Alfabe têra girtîgehên ku ji bo zarokên kurdan tên vekirin nake’

  • rojane
  • 09:53 9 Kanûn 2022
  • |
img
WAN - Hevseroka TUHAY-DER’a Wanê Edîbe Babûr diyar kir ku li girtîgehan gelek binpêkirinên mafan diqewimin û îşkence li girtiyan tê kirin û wiha got: “Êdî alfabe têra girtîgehên ku ji bo zarokên kurdan tên vekirin nake.”
 
Li girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek binpêkirinên mafan pêk tên. Tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin, înfaza girtiyên ku cezayên wan diqede tê şewitandin. Li dijî tundiya her ku diçe li girtîgehan zêde dibe, gelek girtî ji bo mafên xwe yên qanûnî li ber xwe didin. Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî binpêkirinên mafan û şertên tecrîdê di 4’ê cotmehê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê hatiye destpêkirin ji 16’ê mijdarê ve bi awayekî bêdem û bêdorveger didome. Dîsa girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Osmaniyê tên ragirtin, li dijî mûameleya nebaş û binpêkirinên mafan ji 12’ê mijdarê ve di çalakiya greva birçîbûnê de ne. 
 
Girtîgeha Tîpa L a Espiyeyê ya Gîresûnê jî tev li çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî binpêkirinên mafan hatine destpêkirin bû. Girtiyan li dijî binpêkirina mafan bi komên 5 kesan û 5 rojan dorveger dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Hevseroka Şaxa Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Wanê Edîbe Babûr a têkildarî mijarê axivî, wiha got: “Êdî alfabe têra girtîgehên ku ji bo zarokên kurdan tên vekirin nake. Li girtîgehan gelek pirsgirêk hene. Yekane çareseriya vê bertek nîşandana gelê kurd a hevpar e.”
 
‘ZEXTÊN GIRAN TÊN KIRIN’
 
Babûr, bi bîr xist ku li dijî binpêkirina mafan li gelek girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên greva birçîbûnê berdewam dikin û wiha berdewam kir: “Li gelek girtîgehan çalakiyên grevên birçîbûnê hene. Daxwazên hevalên me diyar in. Dixwazin tecrîd bê rakirin û malbat hevdîtinê bikin. Lê mixabin rayedar vê yekê nabînin. Şûna erkên Wezareta Dadê gotin û rêgezên Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû derbas dibin. Soylû çi dibêje li girtîgehan ew polîtîka tê meşandin. Ji ber vê yekê li girtîgehan zextên giran tên kirin. Niha li hemû girtîgehan zext û tundî heye.”
 
‘TÎP TÊRA GIRTÎGEHAN NAKIN’
 
Babûr, rewşa Şadiya Manap a piştî 30 salan hate berdan û dû re dîsa hate binçavkirin û girtin bi bîr xist û wiha pê de çû: “Girtina keseke ku 30 sal in di girtîgehê de ye çavtirsandine. Vê peyamê didin herkesê. Tiştên li girtîgehê diqewimin ji keyfiyetê derbas bûn ev yeka tê kirin ferman e. Divê pêşî li vê barbariyê were girtin. Ya herî girîng di demên dawî de êdî girtî di hucreyên yek kesî de tên ragirtin. Dixwazin hemû girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê veguherînin tîpên S'yê. Êdî alfabe têra girtîgehan nakin, gelek girtîgehên bi tîpên cuda hene. Êdî tîp jî têra girtîgehên ku ji bo zarokên gelê kurd re zilmê bikin nake. Ev rewşeke ku nayê qebûlkirine. Divê vê rewşê kesek ji me qebûl neke.”
 
‘KURD SERÎ NATEWÎNIN’
 
Babûr, diyar kir ku gelê kurd serê xwe ji kesê re natewîne û wiha got: “Ji bo tundiya li girtîgehan bi dawî bibe divê gelê kurd bibe yek û vê yekê qebûl neke. Ji bo Garîbe Gezer gotin ‘întîhar kiriye’ lê pişt re derket holê ku Gezer şehîd kirine. Di dîmenan de derket holê ka çawa îşkence li Gezerê kirine lê dozgerî biryara neşopandinê da. Divê gelê me vê ji bîr neke. Divê gelê kurd li dijî vê mafên xwe yên demokratîk bikarbîne.”
 
 
 

Sernavên din

14/04/2023
10:38 Rojnamevan: Ber bi hilbijartinê ve dibe zext zêdetir bibin, divê çapemenî bi rola xwe rabin
10:37 ‘Jinên Partiya Çepên Kesk ji bo guhertina hin hînbûnên di siyasetê de tên”
10:09 Li gorî dadgehê redkirina daxwaza sewqkirinê ya girtî ‘hiqûqî’ ye
09:55 Namzetê Partiya Çepên Kesk Turkmen: Wê li Enqereyê bayê Rêya Sêyemîn rabe
09:02 Li dijî rêtina kavilan û talankirina xwezayê 8 roj in di nobedê de ne
09:02 Du meh derbas bûn, lê hê jî mexdûrên erdhejê bi gelek pirsgirêkên re rû bi rû ne
09:00 Rojnameya kurdî sûc hatiye hesibandin
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:57 Bîlançoya şer a salekê hate aşkerekirin
08:10 Coşa hilbijartinê belavî bajarokan bû
08:03 Zaroka ku hate îdiakirin ji terasê ketiye jiyana xwe ji dest da
13/04/2023
22:50 Beştaş a ku qeza kir sewqî Erziromê hat kirin
21:59 Partiya Çepên Kesk li Pasûrê bi gel re civiya
21:25 Aktivîstên TJA'yê serdana malbata Şenyaşarê kirin
21:17 Serokwekîla Koma HDP'ê Beştaş qeza kir
19:51 Maratona hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk dest pê dike: 60 mîtîng
18:21 Bi girseyî serdana şîna Çapan û Avci kirin
17:58 Doza Kobanê: Li ber we ajandayeke li gor hilbijartinê heye
17:40 Li Wanê 'Platforma Ewlehiyê ya Hilbijartinê' hat avakirin
17:31 Çalakiyên Gerok MA'yê yên li Hatayê bi dawî bûn
17:00 'Ji Tirkiyeyê re hat ragihandin ku wê Ebdî li Silêmaniyê be'
16:52 Malbata Cabîr ji ber ewlehiyê ji gund bar dikin
16:50 Danişîna faîlê tacîzê Bûrak Ercan dîsa hate taloqkirin
16:45 Li Antalyayê 5 kes hatin berdan
16:38 Li bakurê Kurdistanê coş û peroşa hilbijartinê: Em ji bo rêya demokrasiyê vekin tên
16:04 Partiya Çepên Kesk namzetên xwe da nasîn: Em ê bi Rêya 3’yemîn biçin Meclisê
15:41 Girtîgehê pirtûka Asli Erdogan qedexe kir!
15:40 Li dijî ambargoyê banga lezgîn hate kirin
15:23 Li dijî bûroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk êriş hate kirin
15:21 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê ku bûye sedema bêedaletiyê dê dengan bixwaze
15:17 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê mal bi mal xebatên hilbijartinê dike
15:15 Kesên di protestoya GES’ê de hatin binçavkirin hatin berdan
15:02 HPG’ê têkildarî Lokman Gorgun daxuyanî da
14:35 YSK’ê pûsûlaya hilbijartina serokkomariyê erê kir
14:35 Amed dê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê pîroz bike
14:34 Li Aydinê starta hilbijartinê hate dayîn
14:26 Kûrtoglû yê bi awayekî birîndar hatibû binçavkirin hate girtin
14:10 Doza Kobanê: We bi biryarên DMME’yê nekirin û hûn sûc dikin
14:09 Hat îdiakirin ku piştî îfadeya Albashir di navbera wezaretan de krîz derketiye
14:03 Şaredarê AKP’î bi alîkariya erdhejê propagandaya hilbijartinê dike
13:41 Ji navbeynkariyê re ‘lepirsîna ewlehiyê’ kirin asteng
13:41 Li Bismilê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin: Em ê tecrîdê bişikînin
12:49 BES'ê daxwazên xwe yên têkildarî kedkarên SGK'ê aşkere kirin
12:33 Ji Baroya Agiriyê rapor: Girtîgeha Panosê li pey xeyalên Esat Oktay e
12:03 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
11:54 Berdana Hamît Babat ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
11:37 Serokên HUDA PAR’ê û PDK’ê bi rêya telefonê hevdîtin kirin
11:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Riha xwe bi rengê Çepên Kesk pêça ye!
10:54 ‘Mele Motor’ ê Ferhat Kurtay wefat kir
10:23 Li gorî dozger daxuyaniyên Altan ên têkildarî rojnamegeran sûc in!
10:15 Li Girê Spî demografî tê guhertin: 21 hezar biyanî bicih kirin
09:58 Gelo Gorgun û Kahraman hatine înfazkirin?
09:22 Li Cizîrê zarokek hat binçavkirin
09:01 Karataş: Divê înfaza cezayê der barê Abdullah Ocalan de bê bidawîkirin
09:00 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Botan dê hesabê darên hatine birîn bipirse
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2023'YAN
12/04/2023
22:06 Li Şirnex û Amedê coşa hilbijartinê
21:17 Bûldan bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
20:42 Ji MEBYA-DER û TUAY-DER’ê fitarî
19:24 Gerok Ma li Hatayê bi zarokan re civiya
18:23 Îdirê bi coşeke mezin namzetên xwe pêşwazî kir
17:28 Tûncelê ji heyeta dadgehê ya Doza Kobanê pirsî: Çend kes li we geriyan?
16:50 Ji PEN’ê bo rojnamevanên girtî bang: Divê tavilê bên berdan
16:39 Di îdianameya 728 rûpelan a rojnamegeran de yek ‘delîl’ jî tune ye
16:33 Li Kerkukê 4 DAIŞ’î hatin girtin
15:14 Bernameya 1’ê Gulanê: Qedexeya li ser Taksîmê rakin
15:13 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em li bendê ne wê paşve were
14:57 Dayikên Şemiyê giliyê polîsan kirin
14:57 Yuksekdag: Doza Kobanê fermana tunebûna îktîdarê ye
13:47 Berdana girtiyê nexweş Sevîlgen cara çaremîn hat taloqkirin
13:33 Di Doza Kobanê de leza hilbijartinê: Em gelê xwe vedixwînin ku îktidarê di sindoqan de têk bibe
13:15 YSK’ê dîroka dengdayînê ya derveyî welat eşkere kir
13:13 Ozturk: Em ê di vê hilbijartina dîrokî de bersiva dijminên gelê kurd bidin
13:07 Tîyatro Îmge bi 2 lîstikan derdikeve pêşberî şanohezan
12:56 Mitehitê Diyar Galeriayê hate binçavkirin
12:50 Waliyê Şirnexê gef li keyayan xwar û ji bo Erdogan deng xwest
12:31 Di Cejna Çarşema Sor de şervan hatin bibîranîn
11:58 Êriş li dijî buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kes pêk hatin
11:51 Deh meh piştre doz li 16 jê girtî 18 rojnamegeran hate vekirin
11:49 Serokkomarê Iraqê û serokwezîr civiyan
11:40 Ciwan bi kelecan in: Em ê AKP’ê bişînin
11:19 Arricale: Tecrîda Îmraliyê di pirsgirêka kurd de weke amûrek tê bikaranîn
10:50 Di lîsteya namzetên AKP’ê ya Sêrtê de ‘gendelî’ heye
10:34 Rojnameger Taştekîn: Îktîdar ji bo êrişî Rojava bike li pey firsenda ye
10:30 Partiya Çep a Kesk amadekariya ‘di her sindoqê de muşahîtekê dike’
10:16 Partiya Çepên Kesk li Rihayê armanc dike ku bibe partiya yekemîn
09:07 Keça manewî ya Erdogan ku nelirêtî li ser nelirêtiyê kiriye cardin bû namzet!
09:04 Hevseroka Giştî ya OHD'ê Yeter: Rakirina tecrîdê daxwazeke rewa ye
09:04 'Meletî dê hesab ji vê desthilatê bipirse'
09:01 Kayan ê ku ji girtîgehê derket: Divê her kes bibe dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 ‘Em ê sedsala Komarê ya duyemîn azad bikin’
08:49 Rê û kolanên Cizîrê di bin avê de man
11/04/2023
21:06 Cihê ku hestiyên mirovan lê hatin dîtin hat betonkirin!
20:56 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:51 Dayikên Aştiyê bûn mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
20:47 Coşa hilbijartinê bi vekirina buroyan didome
19:43 Li Hewremanê teqîn: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:39 Ji RJAK’ê li dijî tecrîdê kampanyaya nameşandinê