Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Êdî bes e, dengê wan bibihîsin

  • rojane
  • 09:06 8 Kanûn 2022
  • |
img
COLEMÊRG - Zahîde Kiliçoglû, dayika girtî Dilxwaz Kiliçoglû, têkildarî grêvên birçîbûnê wiha got: “Bila zarokên me ji hucreyên yekkesî derxînin û xwestekên zarokên me pêk bînin. Em dixwazin zarokên me bibin cem hev. Êdî bes e. Bila dengê me bibihîsin.”
 
Li Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê di 4’ê cotmehê de girtiyan li dijî şert û mercên giran ên tecrîdê û binpêkirinên mafan greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger dabûn destpêkirin. Greva birçîbûnê ji 16’ê mijdarê ve jî bi awayeke bêdem û bêdorveger didome. Hat zanîn ku di 1’ê kanûnê de 3 girtiyên din ên bi navên Îbrahîm Sutçu, Mehmet Işiktaş û Dîlxwaz Kiliçoglû jî tev li greva birçîbûnê bûne. 
 
Dilxwaz Kiliçoglû, di sala 2016'an de, di dema qedexeyên derketina derve de, li Gever a Colemêrgê hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn. Kiliçoglû ku 7 sal in girtî ye, 2 salan li Wanê di girtîgehê de maye û paşê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê hatiye kirin. 
 
Zahîde Kiliçoglû, dayika Dilxwaz Kiliçoglû ku 5 sal in kurê wê ji malbata xwe li cihekî dûr tê girtin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên girtiyan bang kir. 
 
Kiliçoglû, destnîşan kir ku ev nêzî nêzî çara salan kurê xwe nedîtiye û got ku piştî 4 salan 3 hefte beriya niha çûye girtîgehê cem kurê xwe. Kiliçoglû, anî ziman ku dema çûye girtîgehê û dîtiye ku rewşa kurê wê nebaş bûye û ev tişt gotin: “Rewşa kurê min û hevalên wî qet nebaş bû. Rengê wî guherîbû, ber çavên wî şîn bûbûn û pir zihîf bûbû. Xwarina girtîgeh dide wan, nebaş e. Dema wê xwarinê dixwin pê nerehet dibin û nexweş dikevin.
 
GARDÎYAN LI GORÎ KEYFA XWE MUAMELÊ DIKIN
 
Çend caran xwestine ku bi pereyê xwe ji qantîna girtîgehê xwarinê bikirin lê gardiyanan bi awayekî keyfî ew asteng kirine. Hewceyî û pêdiviyên ku ji qantîne dixwazin jî piştî heqê wan biha dibe, ji wan re rê dikin. Kurê min di hevdtînê de got, ‘Ne çaya girtîgehê tê vexwarin ne jî xwarin tê xwarin.’ Her wiha kurê min got, ev ji mexsûsî wiha dikin.' Gardiyan li gorî keyfa xwe muameleyê bi wan dikin."
 
‘BILA EV QASÎ ZILMÊ LI ZAROKÊN ME NEKIN’
 
Bi domdarî Kiliçoglû da zanîn ku piştî ji girtîgehê vegeriyaye bi 2 hefteyan pê hesiyaye ku kurê wê ketiye greva bîrçîbûnê û wiha domand: "Li hemberî pêkanînên xirab û keyfî ketine greva birçîbûnê. Kurê di telefonê de jî anî ziman û got xwarineke baş, radyoyên wan nadin, mafê wan ê telefonê tim tê astengkirin û hemû girtî xistine hucreyên yekkesî. Ji ber van pêkanînan ketine greva birçîbûnê. Mafên zarokên me, mafên hiquqî û fermî ne. Em jî dixwazin mafên wan demildest bi cih bînin. Em êdî naxwazin zarokên me ev qasî bikevin greva birçîbûnê. Heyf û mixabin, zarokên me jî guneh in. Bila ev qasî zilmê li zarokên me nekin. Ez naxwazim êdî zarokên me aciz bikin û girtî zelûl bibin. Dema em zarokên xwe di wî halê de dibînin cergê me dişewite. Di girtîgehê de me bi hev re wêne kişandin, lê nû ji me re şand. Hê jî ji ber çavê min neçûye."
 
DEST DANÎNE SER RADYOYA WAN
 
Di berdewamê de Kiliçoglû diyar kir ku gardiyanan piştî kurê wê doza radyo kiriye, gardiyanan radyo daye wî lê piştî demekê bi awayekî kêfî dest danîn ser radyoyê û got ku ji ber radyoyê bi kêfî ceza li girtiyan tê birîn. Kiliçoglû, axaftina xwe wiha domand: “Kurê min got dibe vê hefteyê, cezayê telefonê jî bidin wan. Em naxwazin êdî bi muameleyên wisa keyfî mafên zarokên me asteng bikin. Wan bi xwe radyo daye wan û careke din rabûne dest danîne ser û ceza didin wan. Gardiyanan bi hinceta ku, ‘cîhaz xistine nav radyoyê’ dest danîne ser radyoyê. Nabêjin ama kesek girtî dê çawa cîhazê bine girtîgehê. Di girtîgehan de ev qasî ewlehiyek bilind heye. Aqil nagire, yê çawa cîhazê têxin hundir. Em niha nizanin dê ji ber vê cezayekî çawa bidin wan. Yê 3 rojên din telefonî me bike. Heke telefon bike em ê zanibin bê çi ceza dane wan." 
 
BANGAWAZÎ
 
Kiliçoglû destnîşan kir ku gardiyan bi awayekî keyfî ev çend car in cezayê hucreyê didin girtiyan û astengiyan didin ber wan û ev tişt gotin: “Zarokên me di girtîgehan de gelekî rezaletê dikişînin. Xwarina didin wan jî tim pê aciz dibin. Ji ber ku di girtîgehan de ev qas rastî zilmê dimîninî dikevin grevê. Em dixwazin êdî çareseriyekê ji bo zarokê me peyda bikin û mafên wan bidine wan ku ev jî dest ji grevê berdin. Ger çareser nekin, yê halê wan hê perîşantir bibe. Ger wisa bidome yê hê pê nexweş bibin.”
 
‘BILA ÊDÎ RONDIK JI ÇAVÊN DAYIKAN NEBARIN’
 
Kiliçoglû, diyar kir ku daxwazên wan ev in ku berî ku zarokên wan nexweş bikevin daxwazên wan bên qebûlkirin û ev tişt anî ziman: "Daxwaza me ev e ku hêj ku hîn zêdetir nexweş neketine û zihîf nebûne, çareserî li halê wan bê kirin. Bila demlidest çareserî pêk were ku em jî ev qasî ji bo zarokê xwe êşê nekêşin. Em naxwazin êdî ji çavê dayîkan rondik bibarin û ev qasî çavên wan li deriya be. Bila çareyekê li halê me û zarokê me bikin. Bila malbatên girtiyan jî dengê xwe derxînin û wisa bêdeng nemînin. Em divê dest bidin destê hev, berî ku rewşa zarokên me xirabtir bibe. Ew jî guneh in, kes nizane bê di çi halî de ne.”
 
Bi domdarî Kiliçoglû xwest ku hemû malbatên girtiyan rabin ser xwe û axaftina xwe bi vî awayî bi dawî kir: “Tenê ne malbatên girtiyan, bila Wezîrê Dadê jî halê zarokên me bibîne û çareyekê ji wan re peyda bike. Bila li ser mafê zarokên me bisekinin û wan ji nav vê zilmê derxînin. Tenê ne ji bo girtiyên me, ji bo hemû girtiyan bila gavekê biavêjin. Bila zarokên me ji hucreyên yekkesî de derxînin û xwestekên zarokên me pêk bînin. Em dixwazin zarokên me bibin cem hev. Êdî bes e. Bila dengê me bibihîsin.”
 
MA / Mazlum Engîndenîz

Sernavên din

14/04/2023
10:38 Rojnamevan: Ber bi hilbijartinê ve dibe zext zêdetir bibin, divê çapemenî bi rola xwe rabin
10:37 ‘Jinên Partiya Çepên Kesk ji bo guhertina hin hînbûnên di siyasetê de tên”
10:09 Li gorî dadgehê redkirina daxwaza sewqkirinê ya girtî ‘hiqûqî’ ye
09:55 Namzetê Partiya Çepên Kesk Turkmen: Wê li Enqereyê bayê Rêya Sêyemîn rabe
09:02 Li dijî rêtina kavilan û talankirina xwezayê 8 roj in di nobedê de ne
09:02 Du meh derbas bûn, lê hê jî mexdûrên erdhejê bi gelek pirsgirêkên re rû bi rû ne
09:00 Rojnameya kurdî sûc hatiye hesibandin
09:00 ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:57 Bîlançoya şer a salekê hate aşkerekirin
08:10 Coşa hilbijartinê belavî bajarokan bû
08:03 Zaroka ku hate îdiakirin ji terasê ketiye jiyana xwe ji dest da
13/04/2023
22:50 Beştaş a ku qeza kir sewqî Erziromê hat kirin
21:59 Partiya Çepên Kesk li Pasûrê bi gel re civiya
21:25 Aktivîstên TJA'yê serdana malbata Şenyaşarê kirin
21:17 Serokwekîla Koma HDP'ê Beştaş qeza kir
19:51 Maratona hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk dest pê dike: 60 mîtîng
18:21 Bi girseyî serdana şîna Çapan û Avci kirin
17:58 Doza Kobanê: Li ber we ajandayeke li gor hilbijartinê heye
17:40 Li Wanê 'Platforma Ewlehiyê ya Hilbijartinê' hat avakirin
17:31 Çalakiyên Gerok MA'yê yên li Hatayê bi dawî bûn
17:00 'Ji Tirkiyeyê re hat ragihandin ku wê Ebdî li Silêmaniyê be'
16:52 Malbata Cabîr ji ber ewlehiyê ji gund bar dikin
16:50 Danişîna faîlê tacîzê Bûrak Ercan dîsa hate taloqkirin
16:45 Li Antalyayê 5 kes hatin berdan
16:38 Li bakurê Kurdistanê coş û peroşa hilbijartinê: Em ji bo rêya demokrasiyê vekin tên
16:04 Partiya Çepên Kesk namzetên xwe da nasîn: Em ê bi Rêya 3’yemîn biçin Meclisê
15:41 Girtîgehê pirtûka Asli Erdogan qedexe kir!
15:40 Li dijî ambargoyê banga lezgîn hate kirin
15:23 Li dijî bûroya hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk êriş hate kirin
15:21 Ferît Şenyaşar: Wezîrê Dadê ku bûye sedema bêedaletiyê dê dengan bixwaze
15:17 Partiya Çepên Kesk li Meletiyê mal bi mal xebatên hilbijartinê dike
15:15 Kesên di protestoya GES’ê de hatin binçavkirin hatin berdan
15:02 HPG’ê têkildarî Lokman Gorgun daxuyanî da
14:35 YSK’ê pûsûlaya hilbijartina serokkomariyê erê kir
14:35 Amed dê 1’ê Gulanê li Qada Deriyê Çiyê pîroz bike
14:34 Li Aydinê starta hilbijartinê hate dayîn
14:26 Kûrtoglû yê bi awayekî birîndar hatibû binçavkirin hate girtin
14:10 Doza Kobanê: We bi biryarên DMME’yê nekirin û hûn sûc dikin
14:09 Hat îdiakirin ku piştî îfadeya Albashir di navbera wezaretan de krîz derketiye
14:03 Şaredarê AKP’î bi alîkariya erdhejê propagandaya hilbijartinê dike
13:41 Ji navbeynkariyê re ‘lepirsîna ewlehiyê’ kirin asteng
13:41 Li Bismilê buroya hilbijartinê ya jinan hat vekirin: Em ê tecrîdê bişikînin
12:49 BES'ê daxwazên xwe yên têkildarî kedkarên SGK'ê aşkere kirin
12:33 Ji Baroya Agiriyê rapor: Girtîgeha Panosê li pey xeyalên Esat Oktay e
12:03 Li Antalyayê 4 kes hatin binçavkirin
11:54 Berdana Hamît Babat ê 30 sal in girtî ye cara duyemîn hat taloqkirin
11:37 Serokên HUDA PAR’ê û PDK’ê bi rêya telefonê hevdîtin kirin
11:13 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
10:59 Riha xwe bi rengê Çepên Kesk pêça ye!
10:54 ‘Mele Motor’ ê Ferhat Kurtay wefat kir
10:23 Li gorî dozger daxuyaniyên Altan ên têkildarî rojnamegeran sûc in!
10:15 Li Girê Spî demografî tê guhertin: 21 hezar biyanî bicih kirin
09:58 Gelo Gorgun û Kahraman hatine înfazkirin?
09:22 Li Cizîrê zarokek hat binçavkirin
09:01 Karataş: Divê înfaza cezayê der barê Abdullah Ocalan de bê bidawîkirin
09:00 Partiya Çepên Kesk a Şirnexê: Botan dê hesabê darên hatine birîn bipirse
09:00 ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2023'YAN
12/04/2023
22:06 Li Şirnex û Amedê coşa hilbijartinê
21:17 Bûldan bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê
20:42 Ji MEBYA-DER û TUAY-DER’ê fitarî
19:24 Gerok Ma li Hatayê bi zarokan re civiya
18:23 Îdirê bi coşeke mezin namzetên xwe pêşwazî kir
17:28 Tûncelê ji heyeta dadgehê ya Doza Kobanê pirsî: Çend kes li we geriyan?
16:50 Ji PEN’ê bo rojnamevanên girtî bang: Divê tavilê bên berdan
16:39 Di îdianameya 728 rûpelan a rojnamegeran de yek ‘delîl’ jî tune ye
16:33 Li Kerkukê 4 DAIŞ’î hatin girtin
15:14 Bernameya 1’ê Gulanê: Qedexeya li ser Taksîmê rakin
15:13 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em li bendê ne wê paşve were
14:57 Dayikên Şemiyê giliyê polîsan kirin
14:57 Yuksekdag: Doza Kobanê fermana tunebûna îktîdarê ye
13:47 Berdana girtiyê nexweş Sevîlgen cara çaremîn hat taloqkirin
13:33 Di Doza Kobanê de leza hilbijartinê: Em gelê xwe vedixwînin ku îktidarê di sindoqan de têk bibe
13:15 YSK’ê dîroka dengdayînê ya derveyî welat eşkere kir
13:13 Ozturk: Em ê di vê hilbijartina dîrokî de bersiva dijminên gelê kurd bidin
13:07 Tîyatro Îmge bi 2 lîstikan derdikeve pêşberî şanohezan
12:56 Mitehitê Diyar Galeriayê hate binçavkirin
12:50 Waliyê Şirnexê gef li keyayan xwar û ji bo Erdogan deng xwest
12:31 Di Cejna Çarşema Sor de şervan hatin bibîranîn
11:58 Êriş li dijî buroyên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kes pêk hatin
11:51 Deh meh piştre doz li 16 jê girtî 18 rojnamegeran hate vekirin
11:49 Serokkomarê Iraqê û serokwezîr civiyan
11:40 Ciwan bi kelecan in: Em ê AKP’ê bişînin
11:19 Arricale: Tecrîda Îmraliyê di pirsgirêka kurd de weke amûrek tê bikaranîn
10:50 Di lîsteya namzetên AKP’ê ya Sêrtê de ‘gendelî’ heye
10:34 Rojnameger Taştekîn: Îktîdar ji bo êrişî Rojava bike li pey firsenda ye
10:30 Partiya Çep a Kesk amadekariya ‘di her sindoqê de muşahîtekê dike’
10:16 Partiya Çepên Kesk li Rihayê armanc dike ku bibe partiya yekemîn
09:07 Keça manewî ya Erdogan ku nelirêtî li ser nelirêtiyê kiriye cardin bû namzet!
09:04 Hevseroka Giştî ya OHD'ê Yeter: Rakirina tecrîdê daxwazeke rewa ye
09:04 'Meletî dê hesab ji vê desthilatê bipirse'
09:01 Kayan ê ku ji girtîgehê derket: Divê her kes bibe dengê girtiyan
09:00 ROJEVA 12'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 ‘Em ê sedsala Komarê ya duyemîn azad bikin’
08:49 Rê û kolanên Cizîrê di bin avê de man
11/04/2023
21:06 Cihê ku hestiyên mirovan lê hatin dîtin hat betonkirin!
20:56 Li Wêranşarê 3 kes hatin binçavkirin
20:51 Dayikên Aştiyê bûn mêvanê sifreya fitariyê ya malbata Şenyaşarê
20:47 Coşa hilbijartinê bi vekirina buroyan didome
19:43 Li Hewremanê teqîn: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn
19:39 Ji RJAK’ê li dijî tecrîdê kampanyaya nameşandinê