COLEMÊRG – Li Colemêrgê Mûsa Kiliç, piştî teqawid bû li odeyeke xwe ya gund sed hezar kurmikên sor ên Kalîforniyayê xwedî dike û ji van kurmikan gubreye organîk çê dike. Kesên zebze û fêkiyan hilbierînin vî gubreyî bi kar tînin û niha li piyaseyê tona wî bi 4 hezar lîreyî ye.
Li Colemêrgê, welatiyê bi navê Mûsa Kiliç piştî teqawid bû li gundê Mêrgan ê navçeya Çelê bi cih bû û dest bi karekî ku heta niha li herêmê nehatiye kirin kir. Kiliç, li ser pêşniyara biraziyê xwe yê li Beşa Hilberîna Nebat û Heywanan a Zanîngeha Mêrdînê dixwîne, dest bi karekî ku qet nekiribû kir. Kiliç bi 10 hezar lîreyê li ber destê wî sed hezar kurmikên sor ên Kalîforniyayê kirî û li odeyeke mala xwe ji bo gubre dest bi xwedîkirina kurmikan kir.
Kiliç, tevî hevjîna xwe zarokê xwe dest bi vî karî kir û got: “Bi salan min karê dewletê kir. Piştî teqawid bûm, li gund bi cih bûm. Li ser pêşniyara biraziyê xwe yên li Zanîngeha Mêrdînê dixwîne, min dest bi vî karî kir. Destpêkê min bi 10 hezar lîreyî sedhezar kurmik ji Mêrdînê kirîn. Me di 5’ê Sibata 2018’an de dest bi vî karî kir. Ev kurmik 3 mehan carekê diçin cem hev û zêde dibin. Eger cih û nêveng guncav be, kurmik 18 qat zêdetir zêde dibin.”
‘GELEKÎ JI GUBREYÊ ÇÊBIWAR AN JÎ HEYWANÎ ÇÊTIR E’
Kiliç, diyar kir ku armanca wan a sereke ew e ku ewilî 20 an jî 30 milyon kurmikî xwedî bikin û dema ew vê yekê bikin ew ê salê 40-50 ton gubre bi dest bixin. Kiliç got: “Armanca me ya sereke ew e ku ji bo em 40-50 ton gubre bi dest bixin divê em nêzî 30 milyon kurmik hilberînin. Di piyaseyê de bihayê vî gubreyî 4 hezar lîre ye. Ev gubre bi her awayî organîk e, gelekî ji gubreyê çêbiwar (sûnî) an jî heywanî çêtir e. Çimkî di gubreyên sunî de gelek madeyên kîmyewî hene. Ev yek hem zirarê dide axê, hem nebatan hem jî tenduristiya mirovan. Lê belê gubreyê ku ji kurmikên Kalîforniyayê çê dibe tu madeyên nebaş di xwe de nahebîne. Bi her awayî organik e û tama zebze û fêkiyên bi vî gubreyî tên xweyîkirin pir cuda ye. Gubreyê ku em bi dest bixin, ewil em ê bidin cotkarên li derdorê û em ê biceribînin.”
Kiliç, diyar kir ku wan ewil li malê dest bi vî karî kiriye, lê belê eger destek çê bibe ew dixwazin vî karî mezintir bikin. Kiliç got: “Eger cihê van kurmikan mezin be, zû zêde dibin. Gund û erdê me ji bo vê yekê musaîd e. Eger destek bê dayîn em dixwazin li cihekî hîn firehtir hilberînin. Ji ber vê em li bendê ne ku rayedar destekê bidin me.”
MA / Hamza Gunduz