ENQERE – Prof. Dr. Cem Kaptanoglû ku travmayên civakiyî lêkolîn dike, anî ziman ku di serdemên ku travmayên mezin rû didin de, pîrozkirina cejna Newrozê û çalakiyên bi vî rengî bandoreke erênî li civakê dikin û hêviyê peyda dikin. Her wiha Kaptanoglû diyar kir ku ji ev yek negihêje civakê, çapemenî tê bêdengkirin.
Prof. Dr. Cem Kaptanoglû, ku travmayên civakiyî lêkolîn dike, bal kişand ser pêkanînên li Tirkiyeyê rû didin û destnîşan kir ku çalakiyên wekî Newrozê xwedî taybetmendiyên erênî û xweşkeriyî di xwe de dihebînin. Kaptanoglû got: “Helbet hêleke xweşker a Newrozê heye. Bi awayekî giştî di çarçoveya hin armanca de hatina gel hev, li qadeke giştî bi dengekî bilind bilêvkirina daxwazan, coş û hêviya girseyan, ji bo derdorên derdê wan heman tişt in bandoreke baş û erênî dide der.”
Kaptanoglû diyar kir ku hêla başkirina travmayan û hêla erênî ya Newrozê û çalakiyên wekî wê tenê ne ji bo kesên li wê qadê ye. Kaptanoglû ji bo vê rewşê ev tişt gotin:
‘JI BO HÊVÎ BERBELAV NEBE ÇAPEMENÎ HAT BÊDENGKIRIN’
“Tenê ne ji bo kesên tev li vê çalakiyê û pîrozbahiyê bûne, ji bo derdorên hîn berfirehtir jî heman encam derbasdar e. Kesên tev li vê pîrozbahiyê nebûne, lê li devereke din a welat der barê rewşa welat de şik û gumanên wan hene û şahidiya van çalakiyan dikin jî, ev çalakî dibe sedema ku hêviyê li wan peyda bike. Lê belê der barê çapemeniya ku vê yekê ragihîne de pirsgirêkên cidî hene. Dibe hin derdorên têkildarî vê yekê ji hin qenalan hay ji van tiştan çê bibin. Lê ji bo derdorên din hay ji van tiştan çê nebin, blokajeke zêde heye. Pirsgirêkên di warê ragihandinê de, ji bo ev çalakî negihêjin derdorên berfireh astengiyan didin der. Sansur û astangiyên li ser çapemeniyê, bûyerên ku hêviyê didi der asteng dikin.” Kaptanoglû diyar kir ku armanc ji qutkirina qenalên ragihandinê ew bû ku rê li ber berbelavkirina hêviyê bigirin. Kaptanoglû destnîşan kir ku desteserkirina Koma Dogan Medyayê jî ji ber vê yekê ye. Kaptanoglû mînak da û diyar kir ku her çend dîmena bi tembûr a Demîrtaş nîşan dabe jî, lê Koma Dogan Medyayê ji muxalefetê re girtîbû, lê desteserkirina vê yekê têkildarî vî tiştî ye. Kaptanoglû diyar kir ku hêla çepgir bi awayekî zêde bi vê pirsgirêkê re rû bi rû dimîne.
Her wiha Kaptanoglû destnîşan kir ku veguhastina coşa Newroz ber bi qadên 1’ê Gulanê, di warê başkirina travmayên ku rojavayê Tirkiyeyê pê re rû bi rû ye wê tiştekî girîng be.
Kaptanoglû, bi lêv kir ku ji ber vê yekê ye ku daketina kuçeyan tiştekî girîng e, lê belê hewldanên hikûmetê yên qedexekirina 1’ê Gulanê jî vê travmayê berdewam dike.
MA / Kenan Kirkaya