* Prof. Dr. Cem Kaptanoglû ku travmayên civakiyî lêkolîn dike, anî ziman ku di serdemên ku travmayên mezin rû didin de, pîrozkirina cejna Newrozê û çalakiyên bi vî rengî bandoreke erênî li civakê dikin û hêviyê peyda dikin. Her wiha Kaptanoglû diyar kir ku ji ev yek negihêje civakê, çapemenî tê bêdengkirin.
* Li girtiyê ku ji Girtîgeha Wanê birin nexweşxaneyê, bi hinceta li hemberî lêgerînê derketiye cezayê dîsîplînê lê hat birîn.
* Di dema qedexeya derketina derve de, li Geverê yek ji kesên hatibûn kuştin jî Jîhat Dogma bû. Piştî 2 salan şûn de gumlekekî bixwîn û şûna 13 guleyan têde dan diya wî Kiymet Dogma. Dayik Dogma got: “Ez ê ji Erdogan re bişînim. Bila bibîna ka şerekî çawa afirandiye.”
* Ekolojîst Fatîh Şahîn diyar kir ku îsal ji ber guherîna avhewayê berf hindik bariyaye. Şahîn diyar kir ku sedemeke kêmbûna berf û baranê jî bendavên ku bi hinceta “ewlehiyê” tên çêkirin.
* Li Colemêrgê Mûsa Kiliç, piştî teqawid bû li odeyeke xwe ya gund sed hezar kurmikên sor ên Kalîforniyayê xwedî dike û ji van kurmikan gubreye organîk çê dike. Kesên zebze û fêkiyan hilbierînin vî gubreyî bi kar tînin û niha li piyaseyê tona wî bi 4 hezar lîreyî ye.
* Nîqaşên ji bo hilbijartineke pêşwext didomin. Ligel van nîqaşan HDP’ê jî hem ji bo hilbijartina 2019’an hem jî ji bo hilbijartineke pêşwext dest bi amadekariyan kir.
* Ceryana 280 gundên Mêrdînê hat qutkirin. Welatiyên ku ji ber vê pirsgirêkê mexdûr bûn, ji bo avê 10 kîlometre rê dimeşin û her wiha ji bo heywanên xwe jî av bidin, ji mecbûrî ava qirêj a di golan de didin wan.
* Derket holê ku li Midyadê 12 zilaman M.D.’ya 17 salî îstismar kiriye. Hat îdiakirin ku malbatê bi zorê zewicandin li M.D. ferz kiriye û bi pereyan ser vê yekê nixumandiye.
* Danişîna doza akademisyenên danezana 'Em nabin şirîkê vî sucî' îmze kirin dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.00)
* Danişîna doza hunermend Ferhat Tunç, dê li 36'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.15)
* Li bendê ye 73 kesên piştî Newroza Stenbolê hatin binçavkirin sewqî dadgehê bikin. (10.00)
* Danişîna doza Rojnameger Can Dundar û Veysî Altay yên beşdarî Nobeta Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê bûn dê li 22'emîn dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* Danişîna doza Lîceyê ya 16 sivîl hatin kuştin dê bê 1'emin dadgeha cezayên giran a Îzmirê bê dîtin. (14.00)