HEWLER - Li herêma Balekayetî li gel ku hêza asayişê tedbîrên mezin girtin jî gelek mamote û karmend ji bo balê bikişînin ser nelirêtiyên aborî û hilwesta PDK û YNK'ê çalakî pêk anîn.
Komek mamoste û karmend, ji herêmên Qesrê, Simîlan, Hacî Omeran, Gelale hatin û li Balekayetî kom bûn, çalakî pêk anîn. Xwepêşandan li navçeya Çoman a girêdayî Hewlêrê kom bûn û heta Parka 11’ê Adarê deriyê Çoman meşiyan. Di xwepêşandanê de dirûşmeyên dijî hikûmet û desthilatê weke "Gelê Balekayetî hişyare, ji vê hikmetê bêzare", "Hikûmeta qumarker", "Birûxe hikûmeta qumarcî" qîr kirin. Yek ji nûnerên xwepêşanderan peyama xwepêşanderan xwend û wiha got: “Em weke mamosta û karmendan, naxwazin bibine qurbanê lihevkirinên veşartî yên YNK, PDK û hikûmeta Navendî.
Em baş dizanin ku hikûmeta me ne hejare. Tenê rêveberiya me lewaze û nikare rêveberî bike. Ji bo wê jî em ji hemû pêkhate, karmend û mamostayan daxwaz dikin alikariya duristkirina vê desthilata şikestxwarî bikin. Em li vir bi navê mamostayên Gelale, Simîlan, Hacî Omeran boykot radigehînin. Gava me ya duyemîn jî li gel desteya nerazî ya bajar û navçeyan emê serî li rêyên cûdatir bidin. Hewldanên tundtir jî pêk tînin.”