STENBOL – Rêxistinên Ciwanan, bertek nîşanî helwesta Serokê AKP'ê Erdogan a ku xwendekarên zanîngehê kirin hedef dan. Xwendekaran xwestin hevalên wan ên Zanîngeha Bogazîçî serbest bên berdan û wiha gotin: “Ciwanên sosyalîst bêdeng nabin û dê bêdeng nebin. "
Nûnerên Koma Fikrê ya Marksist (MFT), Kolektifa Xwendekaran, Kaldiraç, Ciwanên Demokrat ên Nû, Partiya Tevgera Kedkar (EHP), Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalist (SGDF) û Înisiyatifa xwendekaran helwesta Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan a li dijî xwendekaran şermezar kir. Xwendekaran xwestin hevalên wan ên Zanîngeha Bogaziçî yên hatine binçavkirin serbest bên berdan.
Nûnerên Rêxistinên Ciwanan li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anîn. Li salona komeleyê pankarta "Ciwanên sosyalist dê bêdeng nebin, bila yên di bin çavan de serbest bên berdan" vekirin. Li ser navê Rêxistina Rêxistinên Ciwanan Xwendekarê Zanîngeha Bogazîçî û endama Koma Fikrê ya Marksîst (MFT) Tilbe Akan daxuyanî da. Akan, diyar kir ku AKP dixwaze hemû kesên muxalif bêdeng bike û li dijî wan operasyonan pêk tîne. Akan, anî ziman ku komek “faşistin” ji provokasyonên AKP'ê firsendê bi dest diixe û wiha got: "Aramnca operasyonên îktîdarê dixwaze hêza muxalif a çep perçe bike û wiha got: "Divê her kes baş zanibe ku hevalên me yên hatin binçavkirin, li şûna dewlemend bibin û bibin xwedî kariyer, li dijî pergala xerabe têdikoşin. Li gel kedkar û kesên bindest têdikoşin. Zanîngeh her dem bûne qada fikrên azad û dê her dem bibin qada fikrên azad. Ji ber ve yekê AKP vê yekê qebûl nake. Xwendekarên sosyalîst heta niha li dijî hemû zextan serî netewandin û dê ji niha û şunde jî serî netewînin.
GER KU DAIŞ CIWANÊN BI HÊRS BIN..
Akan, anî ziman ku ger ji pirtûk ji bombekirinê bêtir talûke bin, ger ku ji FETO hocaefendî derkeve, ger ku ji DYA û NATO dorst derkevin, ger ku ji DAIŞ'ê ciwanên bi hêrs derkevin û ji OSO Kuvayi Milliye derkevin û kesên welat dikin gola xwinê welatparêz derkevin wê demê ji sedî 50 beşa civakê jî dê 'terörist' be.
Akan, herî dawî xwest hevalên wan ên girtî serbest bê berdan û hikûmet dawi li van polîtikayên xwe bîne.