ŞEHBA – Meclîsên Tenduristiya Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyek hevpar, diyar kirin ku li herêma Şehbayê bi sed hezaran kes ji xizmetên tenduristiyê û dermanan bêpar mane û banga alîkarî û hevgirtinê li raya giştî kirin.
Meclîsên Tenduristiya Efrîn û Şehbayê, derbarê rewşa tenduristiya bi sedhezarên sivîl ên Efrînî yên ji ber êrîş û dagirkeriya Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) û komên hevkarên wê OSO koçî Kantona Şehbayê kirin de li bajaroka Ehrezê daxuyaniyek hevpar dan. Xebatkarên tenduristiyê û endamên Heyva Sor a kurd beşdarî civînê bûn. Di civînê de Dr. Azad Sebrî axivî û derbarê pirsgirêkên tenduristiya Efrîniyên bi darê zorê ji malên xwe hatin koçber kirin de, agahî da.
GELEK SIVÎL DI RÊYAN DE JIYANA XWE JI DEST DAN
Sebrî, bi bîr xist ku ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê di 58 rojan de bi sedan sivîl, jin, zarok hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Sebrî got ku, “Ji ber ku qetilkirina sivîlan zêdetir bû, bi sed hezaran kesan ji Efrînê koç kirin û hatin Kantona Şehbayê û navçeya Şêrawayê. Di rê de jî gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan û li cihên jiyana xwe ji dest dan hatin veşartin.”
Sebrî, da zanîn ku kesên koç kirin li herêmê di nava şertên dijwar de dijîn û wiha bilêv kir: “Ew derfeta me ya em xizmeta tenduristiyê û dermanan ji gel re bikin pir kême û têrê nake. Bi sed hezaran kes li herêma Şehbayê û gundên wê li ber xwe didin. Pêdiviya bingehîn ava paqij û derman in. Di warê malzemeyên tibî de jî pirsgirêkên cîdî hene.”
Sebrî, di dawiya axatina xwe wiha got: “Heya niha tu saziyên alîkariyê yên navneteweyî ne alîkariyên tibî û ne jî dermanan ji bo me şandine. Em tiştek ji wan wernegirtiye. Em bang dikin ku pêdiviyên em yên tibî û dermanan bên derbaskirin.”