ÎZMÎR – Doza Licê ya di 1993’an de piştî mirina bi guman a Fermandarê Leşkeran Bahtiyar Aydin, 16 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 36 kes birîndar bûn, dê sibê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê bê dîtn.
Li navçeya Licê ya Amedê di 22’ê cotmeha 1993’an de piştî kuştina bi guman a Fermandarê Mîrlîwa yê Herêmê ya Leşkerî Bahtiyar Aydin, leşker û polîsan navenda Licê şewitandin û hilweşandin. Di bûyerê de 16 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 36 kes jî birîndar bûn. Têkildarî bûyerê doz hatibû vekirin û doz didome. 12’emîn danişîna dozê dê sibê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê bê dîtin. Rojek mabû ji ber demboriyê doz bikeve, doz ji nû ve hat vekirin. Piştî 21 sal an go di 16’ê çileya 2016’an de dest bi dozê hat kirin.
Doz bi hinceta “ewlehiyê” ewilî neqlî Eskîşehîrê kiribûn û pişt re neqlî Îzmîrê kirin