AMED – Doza Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî di nav de ya ji ber di taziyeya Roboskiyên jiyana xwe ji dest dabûn Qeymemqamê Qilebanê hatibû derbkirin hat dîtin. Encu parastina xwe kir û got: “Bersûcên vê dozê malbatên Roboskî ne. Bi vê dozê dixwazin tolê ji yên edaletê dixwazi hildin.”
Li gundê Roboskî ya bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve di 28’ê kanûna 2011’an balafirên F-16 yên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) welatiyan bombebaran kiribû û 34 welatî jiyana xwe ji dest dabûn. Di 31’ê kanûna 2011’an de Qeymeqamê Qilebanê Naîf Yavuz û parêzvanê xwe çûn serdana sersaxiyê. Qeymeqam li serdanê rastî û berteka welatiyan û hatibû derbkirin. Têkildarî derbkirinê Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu yê girtî jî di nav de li 31 welatî doz hatibû vekirin.
Dozê bi hinceta “ewlehiyê” ji Şirnexê neqlî 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê kiribûn. 31 welatî ji sûcên “Hewldana kuştina mirov” û “Birîndarkirina sivik” tên darizandin. Danişîna dozê li Dadgeha Amedê hat dîtin. Ferhat Encu bi riya SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê beşdarî danişînê bû. Parlamenterên HDP’ê Nîmetullah Erdogmuş û Leyla Bîrlik, Hevserokê HDP’a Amedê Mehmet Şerîf Çamci jî danişînê şopandin.
'XWESTIN DOZÊ JI MALBATAN BIREVÎNIN’
Di danişînê de ewil Encu parastina xwe kir û wiha got: “Bersûcên vê dozê malbatên Roboskî ne. Bi vê dozê dixwazin tolê ji yên edaletê dixwazi hildin. Her çiqas ev doz wek edlî bê xuyakirin jî lê dozek siyasî ye. Ev doza di navbera mazlumên Roboskî û zaliman de ye. Ev ne darizandin e, cezakirin e. Xwestin vê dozê ji malbatên Roboskî birevînin û ji ber vê yekê anîn Amedê.”
‘ME RAYEDARÊN DEWLETÊ LI KÊLEKA XWE NEDÎTIN'
Encu, da zanîn ku birayê wî Serhat Encu dinava 34 kesên di komkujiya Roboskê de jiyana xwe ji dest da û wiha bilêv kir: “Balafirên şer 4 caran koma birayê min jî dinavê de bombebaran kirin. Bi avêtina 4 bombeyan re gundê me jî ronî bû. Leşkeran rê qût kirin û destûr nedan ekîbên tendûristiyê û ambulans biçin cihê bûyerê. Birayê min jî dinavê 8 birîndarên ambulansê nekarî xwe bigihînin wan li ser qantirên me li wan siyar kirin jiyana xwe ji dest dan. Piştî komkujiyê me tu rayedarên dewletê li kêleka xwe nedîtin. Kes nehat gel me. Ligel ku ji qeymeqam re gotin neyê jî, hat. Agahiya me ji vê yekê tunebû. Gava malbatan cenazeyên zarokên xwe yên hatin parçekirin, bi destên xwe kom kirin, li trektor û qantiran siwar kirin, gelo rayedarên deweltê li ku derê bû? Ew wekî ‘terorîst’ nîşan dan. Min soz da ku xwedî li komkujiya 34 ciwan derbikevim. Ger hûn cezayê giran ê muebetê jî bidin min, ezê dest ji têkoşîna edaletê ya 34 ciwanan bernedim.”
DAXWAZA ANÎNA DANIŞÎNÊ HAT REDKIRIN
Encu, daxwaz kir ku di danişîna dadgehê ya bê de parastin bike, lê şandeya dadgehê ev daxwaza Encu red kir. Bersûcên din ên li ser SEGBÎS’ê parastin kirin jî, sûcdariyên derbarê xwe red kirin û beraeta xwe xwestin. Dozgerê danişînê xwest ku kêmasiyên dosyeya dozê bên temamkirin.
Şandeya dadgehê biryara xwe ya navberê eşkere kir û doz taloqî 26’ê Hezîranê kir.