STENBOL - Li Stenbolê 6 kesên beriya pîrozbahiya Newrozê hatin binçavkirin, bi hinceta banga tevlêbûnê ya Newrozê kirine hatin girtin.
Li Stenbolê beriya pîrozbahiya Newrozê polîsan bi ser gelek malan de girtibû û Cemal Kumicen, Ferhat Kaplan, Omer Bozdag, Ozlem Ay, Yunus Altin, Yunus Emre Afşar, Sedat Tamizaltin, Esra Keskin û Barış Singar binçavkiribûn. Lêpirsîna 9 kesan a li Midûriyeta Polîsan bi dawî bû û sewqî Edliyeya Stenbolê kirin. Dozger piştî îfadya 9 kesan girt, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" sewqî dadgehê kir. Ji 9 kesên ku sewqî 3'emîn Dadgeha Sulh Ceza hatin kirin, jê 3 kes bi şertê kontrola edlî serbest berdan. Heyeta dadgehê der barê Cemal Kumicen, Ferhat Kaplan, Omer Bozdag, Ozlem Ay, Yunus Altin û Yunus Emre Afşar de bi sedema banga tevlêbûna Newrozê kirine biryara girtinê da û şandin girtîgehê.
Di girtekên îfadeya 9 kesan de hat îdîakirin ku beriya Newrozê di nava Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) de cih girtine û amadekariya çalakiyên Beriya Newrozê kirine. Di girtikan de banga tevlêbûna Newrozê jî û belavokên hatin belavkirin jî wekî çalakiyên “korsan" hatin nîşandan.
Beriya Newrozê Nûnerên KCD, DBP, HDK, TJA bi awayekî hevpar daxuyanî dabûn û banga tevlêbûna Newrozê kiribûn. Lê ev daxuyaniya heyeta Newrozê jî wekî “talimat daye" hat pênasekirin.