NAVENDA NÛÇAYAN - Li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Dihok, Helepçe, gelek bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê, mamoste, karmend û xebatkarên tendûristiyê daketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman.
Li bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê yên weke Hewlêr, Silêmanî, Zaxo, Dihok û Helepçeyê mamoste, karmend û xebatkarên tendûristiyê ji bo daxwazên xwe bînin ziman di 25’ê Adarê de daketin qadan û îro jî çalakiyên wan berdewam kirin. Çalakvanên di saetên serê sibê de daketin qadan ji hikûmetê xwestin mûçeyên wan bên dayîn. Çalakvanan diyar kirin ku ger ev daxwaza wan neyê cih dê çalakiyên xwe berdewam bikin û hikûmetê şermezar bikin.
Karmend û xebatkarên Başûrê Kurdistanê ji ber mûceyê wan nayê dayî li dijî hikûmetê bi hirsin û diyar kirin ku rayedarên hikûmetê guh nadin daxwazên wan.