AMED - Di demsala biharê de hemû warên dîrokî bi xweza û keskahî û herikîna ava xwe xweşikbûnê didin derdorê. Yek ji van cihên dîrokî jî Pira Malabadê ya di sala 1147’an de di navbera navçeya Farqîna Amedê û Êlihê de li ser Çemê Êlihê hatiye çêkirin e. Di her demsalê de Pira Malabadê deriyê xwe li xwezgîniyê xwe vekiriye û mirov bi taybetî diçin serdana pirê. Lê bi taybetî di demsala biharê de, ji ber hewaya xweş, mirov eleqeyek mezin nîşanî pir û derdorê didin. Dîroka pirê û xweşikahiya xwezaya derdorê hêjayî dîtinê ye. Wêneyên pirê yên ketin ber objektîfên me, xweşikahiya pir û xwezayê nîşanî me dide.
Wêne: Bîlal Guldem