MÊRDÎN - Li gundê Tanyerî ya Kerborana Mêrdînê, “Qedexeya derketina derve” hat îlankirin.
Walîtiya Mêrdînê, li gundê Tanyerî ya navçeya Kerborana Mêrdînê “Qedexeya derketina derve” îlan kir. Qedeya bi hinceta “Dê operasyon pêk were” hat îlankirin, heya fermana duyemîn dê berdewam bike.
Piştî qedexeya derketina derve hat îlankirin, leşker û cerdevanan li herêmê dest bi operasyonê kirin.