AMED – Li ser riya Farqîn û Amedê bi dehan kalekolên leşkerî û cerdevanan hatine avakirin. Şêniyên heremê got ku cerdevan ji van kalekolan bi şev û roj herêmê dişopînin.
Bi dewamkirina Rewşa Awarte (OHAL) re li çolter, gund, navçe û bajarên heremê jî, polîtîkayên hikumetê yên ewlehiyê her ku diçe zêde dibin. Li herêma Amedê jî li gelek deveran bi hinceta OHAL’ê qereqol û kalekolên leşkerî hatine avakirin. Li ser riya bejahiya Farqîn û Amedê bi dehan kalekolên leşkerî û cerdevanan çêkirine û balkêş e ku van kalekolan jî li ser girên bilind ava kirin e.
Şêniyên herêmê diyar kirin ku cerdevan li van kalekolan bi şev û roj herêmê çavdêr dikin û dişopînin. Welatiyan anî ziman ku ew vê polîtîkaya ewlehiyê û cerdevanan naxwazin û jixwe herêma wan bi ewle ye.