MANÎSA – Malbatên 301 karkerên ku di kana Komirê ya Soma de jiyana xwe ji dest dan, beriya danişîna dozê dest pê bike, meşa "Edaletê" lidar xistin. Malbatan, diyar kir ku tevî her tiştî dê ji bo edaletê tekoşîna xwe berdewam bikin.
Li navçeya Soma ya Manisayê di 13'ê Gulana 2014’an de di Kana Komirê de hezan çê bûbû. Di bûyerê de 301 karkerên kana komirê jiyana xwe ji dest dabûn. Danişîna doza 5 jê girtî 51 kesên ji mirina 301 karkeran a Soma berpirsiyarin, dê li Dadgeha Cezayên Giran a Akhisarê bê dîtin. Beriya danişîna dozê dest pê bike, li ser banga Komeleya Mafên Civakî û Malbatên Madena Soma (SHD), bi sedan endamên komeleyê û malbatên ku zarokên wan di kanê de jiyana xwe ji dest dan li GAR'a Trênê ya Akhisarê kom bûn û meşa "Edaletê" pêk anîn. Di meşê de parlamenterên CHP, HDP û gelek nûnerên rêxistinên demokratîk amade bûn. Girse heta Navenda Çandê ku wekî Dadgeha Cezayên Giran a Akhisarê bikar tînin meşiyan. Girsê di meşê de pankarta ku navê kesên di facîayê de jiyana xwe ji dest dan li ser hatiye nivîsandin rakirin. Girsê di meşê de dirûşmeyên “Dê hesabê Soma bê pirsîn", “Somayê ji bîr neke û nede ji bîr kirin", “Dê kedkar hesap ji Qatilan bipirsin" û “Wezîr û Burokrat dê hesap bidin karkeran" berz kirin.
Piştî meşê li ser navê karker û çalakvanan Prz. Can Atalay daxuyanî da.
4 SALIN DOZ DIDOME
Prz. Atalay, diyar kir ku doza Soma 4 salin didome û pir aşkere ye ku 301 karker li ber çavan şandine ser mirinê. Atalay, anî ziman ku muxatabê wan vîna siyasî û Wezareta dadê ye û wiha got: "Salek e em li benda biryarê ne. Dozgerê Komarê ditirse ku bêje dê çîna sermayê ya li Tirkiye çiqas çeza bigire. Lê çi dibe bila bibe malbat dê heta dawî têkoşîna xwe ya lêgerîna edaletê bidomîne.
Atalay, anî ziman ku daxwaza edaletê ya ji bo Soma di heman demê de daxwaza edaletê ya ji bo Şirvan, Kozlu, Kepsut, Dursunlu ye jî.
Girse piştî daxuyaniyê derbasî salona danişîna dozê bûn.