NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskarê Rojnameya Welat Tayip Temel, di qunçikê xwe de bal kişand ser rewşa Şengalê û planên Tirkiye yên li ser Şengalê. Temel, anî ziman ku xuya dibe ku Rêveberiya Iraqê vîna Şengalê nas dike, lê Tirkiye bazarek qirê jirêj pêş dixe.
Nivîskarê Rojnameya Welat Tayip Temel di quncikê vê hefteyê de bal kişand ser rewşa Şengalê û planên Tirkiye yên li ser Şengalê.
Nivîsa Temel ya bi ser navê "Li Şengalê Pûçkirina planan" wiha ye:
Tevgera Azadiyê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku Şengal û derdora wê êdî di nav aramiyê de ne û lewre jî wan hêzên xwe yên gerîla ji wê deverê vekişandine.
Piştî vê daxuyaniyê hem ji çapemeniya tirk û hem jî ji derdorên PDK’ê gelek kesan şîroveyên wekî; ‘Piştî gefa Tirkiyeyê ya êrîşê, PKK’ê xwe ji Şengalê vekişand’ derxistin pêş. Bêguman dê gelek şîrove li ser vê pêngavê bên kirin. Lê ji bo ku rastiya vê biryarê bê fêmkirin, ewilî divê mirov bi bereyek firehtir li mijarê binêre. Lazim e ji roja destpêkê heta îro şert û mercên siyasî, navdewletî yên bûne sedema vê biryarê baş bên nirxandin. Tê bîra me ku di 3’yê tebaxa 2014’an de DAIŞ’a hov û barbar êrîşek mezin biribû ser Şengalê û fermanek nû li êzidiyan rakiribû.
Wê demê bi sedan keç û jinên êzidî ji hêla DAIŞ’ê ve hatin desteserkirin û bi hezaran kes jî bi awayekî hovane bi qetlîamê re rûbirû mabûn. Hêzên wê demê yên ji ewlekariya Şengalê berpirsyar, bêyî ku li pişt xwe vegerin, ji Şengalê reviyan. Ango di demeke ku Şengal rûberî qirkirinê mabû wan êzidî di cih de hiştin. Piştre gerîla û gel bi awayekî hevpar berxwedan pêş ve bir û Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin û ji xwecihiyên deverê rêveberiyek xweser hat îlankirin. Hêzên PDK’ê yên di dema êrîşa DAIŞ’ê de ji Şengalê reviyan, tam beriya salekê bi çekên giran êrîşî deverê kirin. Hêzên YBŞ’ê ji bo ku xwîn nerije xwe li ber debabeyan kirin mertal. Rojnamegera ciwan Nûjiyan Erhan dema ew rastî dişopand, bi guleya PDK’ê jiyana xwe ji dest da. Ji wê rojê heta îro gelek tişt guherîn li Êzdîxanê.
Hêjayî pirsînê ye; ‘niha çima hêzên PKK’ê ji deverê xwe vedikişînin?’
1- Niha êzidiyên Şengalê rêveberiyek xwebixwe heye û pirsgirêkên xwe yên ewlehî, aborî û jiyanî bi îradeya xwe çareser dikin û ji daxuyaniya hatiye dayîn mirov fêm dike ku êdî Rêveberiya Iraqê jî wan muxatab digire.
2- Ji daxuyaniyên rayedarên Tirkiyeyê tê fêmkirin ku tê xwestin ji bo êrîşa li ser Şengalê hin bazar û têkiliyên qirêj tên pêşxistin. Pêşengiya vê yekê jî Tirkiye dike.
Ne tiştekî ji rêzê ye ku Serokwezîrê tirk Bînalî Yildirim dibêje; ‘Me seferên ji bo balafirgehên Hewlêrê ji nû ve dan destpêkirin. Ji bo pêşî li hincet û sedemên hevkariyeke nû ya li dijî berjewendiyên kurdan, biryara vekişîna ji Şengalê di cih de ye.
3- Piştî 74 fermanên ku li hemberî civaka êzidî hatine birêvebirin, tirs û xofek mezin a wan ji qirkirin û fermanên nû heye. Gefên Tirkiyeyê dibin sedem ku niştecihên Şengalê bi travmayeke nû re rûbirû bimînin. Lewre jî biryara vekişîne bûye sedem ku hinceta van gefên bêbingeh ji holê rabe.
Wekî encam, bi taybetî ji bo ew kesên vê biryarê bi awayekî xêrnexwaz şîrove dikin, nîşeyek kurt; di navbera vekişîna gerîla û pêşmergeyan de gelek ferq hene. Lê ferqa esasî ev e; PDK di dema qirkirinê de ji Şengalê derket, lê gerîla jî ji bo ku pêşî li qirkirineke nû bigire xwe ji wir vekişand.