STENBOL - Nivîskar Faîk Bulut, diyar kir ku Tirkiye ji ber ku ji kurdan ne rehet dibe ket Efrînê û got: “Tu têkiliya vê yekê ne bi PKK û ne jî bi PYD’ê re heye. Dixwazin ji Helebê, heya Mûsilê xetekê xêz bikin û li ser wê xetê jî serwer bibin.
Pisporê Rojhilata Navîn Nivîskar Faîk Bulut, êrîşên Tirkiye û komên hevkarên wê OSO yên di 20’ê Çile de yên li ser Efrînê û piştî 66 rojan dagirkirina Efrînê nirxand. Nivîskar Faîk Bulut, diyar kir ku sedema herî girîng ketina Tirkiyeyê ya Efrînê, ji civak û siyaseta kurd aciziyên derketina holê bû û wiha axivî: “Li gorî biwêja wan mijar ‘parçekirin” û avakirina Dewleta Kurd bû. Ev îtîfak ji serdema Terakkî ve dest pêkiriye û heya roja îro berdewam dike. Desthilatdarî di polîtîkayên Kurd de tim PKK’ê weke pirsgirêk nîşan dide. Lê di daxwazên gelên Başûrê Kurdistanê de polîtîkayek dijber şopandin. Tirkiye tim polîtîkayên dij-Kurd bi rêve dibe. Tu têkiliya PKK û PYD’ê bi vê yekê re tuneye. Ger PKK û YPG jî tunebûna, dê dîsan polîtîkayên dij-kurd hebûne.”
‘ÇIMA KOÇBERAN JI CERABLUS Û BABÊ DIBIN EFRÎNÊ?’
Bulut, anî ziman ku bi operasyona Efrînê dixwazin li Sûriyeyê herêmek tampon ava bikin û wiha bilêv kir: “Armanc dikin ku demografiya Efrîn û Rojava biguherin. Dixwazin koçberan li Efrînê bi cih bikin. Divê pir eşkere bê pirsîn, ger mijar koçber bin, wê demê hûn çim ali Cerablus û El Babê bi cih nakin, tînin li Efrînê bi cih dikin? Desthilatdarî dixwaze demografiya kurdan xera bike. ”
Bulut şibandina Şerê Çanakkalê jî bi bîrxist û wiha pêde çû: “Şerê Çanakkalê şerê parastinê bû. Lê şerê li Efrînê şerê êrîş kirin û dagir keriyê ye.
'MIJARA SEREKE PIŞTÎ EFRÎNÊ YE'
Bulut, dest nîşan kir ku hin nivîskarên nêzî desthilatdariyê balê dikişînin ser texa Helep û Mûsilê û wiha domand: “Dibêjin ‘emê nexşeyê biguherin. Emê Sykes Pîcotê berevajî veguherînin.’ Hemû nêzîkatî û polîtîkayên desthilatdariyê di vê çarçoveyê dene. Ji ber vê yekê tim behsa Minbiç û Reqqayê dikn. Plan di dest deye, hesap jî eve. Lê hemleya li Efrînê, hemleyên li Rojhilata Navîn guhertin.”
Bulut, di dewama axaftina xwe de wiha got: “DYA û Rûsya destûr dan operasyona Efrînê. Her ku diçe polîtîkayên DYA yên li Rojhilata Navîn lewaz dibin û Rûsya jî mezin dibe. Sûriye dinavbera DYA û Rûsya de hatiye parvekirin. Berî du salan di hevpeymana DYA û Rûsyayê de, ji Minbiçê heya rojavayê Firat û ji wir jî haya herêma Akdenîzê dê dibin serweriya Rûsayayê debûya. Aliyê Rojhilat ê Sûriyeyê jî dê dibin serweriya DYA’yê de bûya. Ji ber vê yekê di mijara Efrîn de DYA bêdeng ma. Ji ber ku mafê axaftinê ya li ser Efrînê dikeve para Rûsyayê. DYA Efrînê ji bo berjewendiyên rojhilat kir qûrban û sedemek ya din jî di rêveberiya DYA’yê de derizandin hene.”
'PÊŞIYA TIRKIYEYÊ NE VEKIRIYE'
Bulut, diyar kir ku di êrîşan de gelek sivîl hatin kuştin û wiha domand: “Dibe ku Tirkiyey di dadgehên navneteweyî de bê darizandin. Ji bo Tirkiyeyê ronahiyek baş xuya nake. Pêşiya Tirkiyeyê ne vekiriye. Vekişandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a ji Efrînê baş bû. Di roja dawî hat kirin, lê cardin pir baş bû.”
'NÎQAŞÊN YEKITIYA NETEWEYÎ GIRÎNGIN'
Bulut, bal kişand ser telwesta hevpar a gelê kurd a li dijî êrîşan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Yek deng derxistin girîng bû. Hemû kurdên li çar parçeyan jî dibêjin yekitî. Lê kes ji bo yekîtiyê destê xwe dirêj nake û naxe binê kevir. Ji ber vê yekê gelek bangên tên kirin, min têr nakin. Ji bo Efrînê rewşa pêk ket gavek girîng bû, lê divê bidome. Jiyanê gelek caran yekîtiya neteweyî li ser kurdan ferz kir, lê ji vê yekê rev çêbû. Niha dîsan jî jiyan yekitiyê li ser kurdan ferz dike, lê hîna tu gaveke şênber nehatiye avêtin. Divê kurd dîplomasiyek hevpar, avakirinek leşkerî ya hevpar, siyasetek hevpar ava bikin û dibin heman sîwanê de kom bibin.”
MA / Bîlal Seçkîn