DÊRSÎM - Qeyûm Tuncay Sonel ê tayînê Şaredariya Dêrsimê hat kirin, cihê kar, otopark, firoşgeh, mal, market û cihên neguhêzbar ên dahatûya saziyêne derdixe îhalê. Endamê Meclîsa Gel a Bajêr Mehmet Alî Yazir, diyar kir ku qeyûm dixwaze jêderkên şaredariyê ji dest derxe û şaredariya dibin deynan de bihêle.
Walî Tuncay Sonel ê tayînê Şaredariya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Dêrsimê hat kirin, cihê kar, otopark, firoşgeh, mal, market û cihên neguhêzbar ên dahatûya saziyêne, roja Sêşembê derdixe îhalê. Qeyûm derbarê îhalê de, îlan da rojnameyên herêmî. Qeyûm di îlan da de wiha got: “Hemû neguhêzbarên şaredariyê li gorî madeya 45’emîn a Qanûna îhalê ya hejmara 2886 dê derxine îhalê û bifiroşe.”
Cihên ku derxistine îhalê, nêzî 50 hezar û 445 hezaran tê firotin. Kirêciyên di cihên derxistine îhalê de bertek nîşanî vê yekê dan. Welatiyan, diyar kirin ku şaredariyê heya niha tu tişt ji bo wan ne gotiye û kesên bikevin îhalê jî dê wan mexdûr bikin.
‘CIHÊN DAHATÛYA ŞAREDARIYÊ NE TÊN FIROTIN’
Dendamê Meclîsa Giştî ya DBP’a Bajêr Mehmet Alî Yazin, bertek nîşan firotina cihên şaredariyê da û wiha axivî: “94 şaredariyên DBP’ê ev 16 mehin ji aliyê qeyûman ve tên bi rêveberin. Dest danîn ser şaredariyên me. Bi vê yekê amadekariya hilbijartinên zû dikin. Di hilbijartinên herêmî de kîjan partî bi ser dikeve bila bi ser bikeve, divê şaredariyê nexweş rewşeke tengav de.”
’40 TRÎLYON DEYNÊ QEYÛM HEYE’
Yazir, da zanîn ku qeyûm, şaredarî xistiye nava çirava deynan û wiha got: “Dixwazin şerdariyê bixin bin deynan de. Di serdema DBP’ê de nêzî 18 milyon pare di kaseyê de hebû. Piştî qeyûm hat tayînkirin, niha 40 mîlyon denyê şaredariyê heye. Dixwin şaredariyê dibin deynan de bihêlin û di nêrîşan gel de biçûk bixin. Li vê derê çi dibe bila bibe ji bilî demokrasiyê kes qezenc nake. AKP vê yekê baş dizane, ji ber vê armanc dike ku şarederiyê dibin deynan de bihêle.”
MA / Semra Turan