AMED - Hasan Budak (74) ê ji sedî 96 astengdar, ji ber îfadeyên îtîrafkarekê yên “zebzeyên di zeviya xwe de dayîna PKK’iyan, dilxwazê TÎKKO û propagandeya PKK’ê kirin” hat girtin.
Hasan Budak (74) ê ji sedî 96 astengdar, ji bo zeviyê xwe biçine di mehên havînê de diçe gundê xwe Herîdan ê navçeya Pîrana Amedê û di zivistanê de jî vedigere mala xwe ya Amedê. Budak ji ber îtîrafkar Ekrem Demîr ê di sala 2017’an de li navçeya Dêra Yêni ya Çewlikê teslîmî leşkeran bû û derbarê wî de îfade da di 13’ê Adarê de hat binçavkirin. Îtîrafkar Demîr, di 11’ê Adarê îfade da Serdozgerê Komarê yê Pîrana Amedê û wêne teşhîs kirin. Îtîrafkar Demîr di îfdeya xwe de gotibû ku Budak di mehên bihara 2016’an de bi komek PKK’î re zevî çandin û tim firîngî, îsot û xiyar didin wan. Demîr di dewama îfadeyên xwe de wiha gotibû: “PKK’iyan ji Budak pir hes dikirin. Dilxwazê Artêşa Avakirina Gundiyên Karkerên Tirkiyeyê (TÎKKO) ye. Budak hes dikir bi wan re sohbetên rêxistinî û bîrdozî bike. Ji bo wan propaganda dikir.”
BÊ HINCET GIRTIN
Piştî îfadeyên îtîrafkar Budak, ê xwest biçe gundê xwe Herîdan bê hincet ji aliyê leşkeran ve di 13’ê Adarê de hat binçavkirin. Budak sûcdariyên derbarê xwe yên li cendirmeya Pîran, dozger û dadgehê qebûl red kirin. Budak diyar kir ku ji bo li zevî û darên xwe yên fêkiyan mêze bike çûye gund û ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî ev çend salin zebzeyan naçîne. Budak di 15’ê Adarê de derket pêşberî Dadgeha Cezayê Sulh a Dîcleyê û bi îdîaya “Endamê rêxistinê” hat girtin.
PARÊZERÊ BUDAK ÎTÎRAZ KIR
Parêzerê Budak ê kirin Girtîgeha Tîpa D Amedê, biryara Dadgeha Cezayê Sulh a Amedê îtîraz kir û xwest Budak bê berdan.