Danişîna rojnameger Çoban hat taloqkirin

  • rojane
  • 15:28 29 Mijdar 2022
  • |
img
AMED - Bi hinceta ku di qawîşa wî de rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê hatiye dîtin, 2 sal cezayê hefsê li rojnameger Îsmaîl Çoban hat birîn. Ji ber ku 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê biryara taloqkirina cezayê Çoban a ji dosyayeke cuda betal kir, danişîna doza wî hat dîtin û danişîn hat taloqkirin. 
 
Li Midûrê Karên Nivîsan ê Azadiya Welat ê berê rojnameger Îsmaîl Çoban ku li Girtîgeha Hejmar 3 ya bi Tîpa T a Tarsûsê tê ragirtin, bi hinceta ku di qawîşa wî de “rojnameya qedexe” hatiye dîtin, 2 sal cezayê hefsê lê hatibû birîn û ev cezayê wî teqez bû. Her wiha 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî di bi sedema weşanên Azadiya Welat ên di navbera 4’ê îlonê û 1’ê mijdara 2014’an de, derheqê Çoban de doz vekiribû û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 8 meh û 25 roj cezayê hefsê dabû. Lê înfazkirina vî cezayî taloq kiribû. 
 
8’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Tarsusê ji ber cezayê salek û 8 meh û 25 rojan, li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê îxbara Çoban kir û wiha got: “Ji ber ku ‘eşyayên qedexe xistine girtîgehê’, 2 sal ceza li Çoban hatiye birîn. Lewma jî divê Çoban dîsa were darizandin.” 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî ev îxbar qebûl kir û biryara xwe ya “taloqkirina ceza” betal kir û biryara jinûvedarizandinê da. Danişîna ewil a vê dozê li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. 
 
Çoban, ji Girtîgeha Tîpa L a Turkoglû ya Gurgumê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Parêzerê Çoban, Resûl Tamûr jî di danişînê de amade bû. Piştî tespîtkirina nasnameyê jî Çoban parastina xwe bi kurdî kir. Çoban, wiha got: “Ez berê aboneyê van rojnameyan bûm û dihatin girtîgehê. Piştre jî ev rojname hatine qedexekirin lê haya min jê nebû. Min ev rojnameye dema li Girtîgeha Hejmar 3 ya Tarsûsê standibûn. Ji bo ku bibin abone, rêveberiya girtîgehê daxwaznameyê dide me. Ez qebûl nakim ku rojname bi rêyên fermî bên îllegalîzekirin û bên sûcdarkirin.”
 
‘HATINE PAŞGUHKIRIN’
 
Parêzer Resûl Tamûr jî li dijî rewşê derket û wiha got: “Ji bo weşanên demkî piştî 4 mehan û ji bo yên domdar jî piştî 6 mehan doz nayên vekirin. Qanûneke wiha heye. Lê li vê derê ev yek hatiye paşguhkirin. Li gel ku bi ser weşanên demkî re 4 meh derbasbûne jî doz hatiye vekirin. Li bajarê ku rojname lê tê derxistin yek ji wan dabûn dozger û belgeya hatiye wergirtin hat standin. Em dixwazin ku ev yek weke muzekkere bo dozgeriya Kuçukçekmeceyê bê nivîsandin û belgeya hatiye wergirtin li îdianameyê bê zêdekirin.” 
 
DANIŞÎN TALOQ KIRIN 
 
Şandeya dadgehê beyî ku navberê bide biryara xwe da. Dadgehê biryar da ku ji 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê re muzekkere bê nivîsandin û ji bo lêkolînkirina dosyaya bi dîroka 2107 mînakeke wê li ser UYAP’ê jê were xwestin, ji bo Dozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê muzekkere bê nivîsandin û belgeya hatiya wergirtin li îdianameyê bê zêdekirin û ji bo mutalaayê jî dosya ji dozgeriyê re bê şandin. Dadgehê, danişîna dozê taloqî 31’ê çileya 2023’yan kir. 
 

Sernavên din

07/04/2023
09:00 ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2023'YAN
06/04/2023
23:20 Li Sêrtê buroya hilbijartinê hat vekirin: Dê deriyên zindanan vebin
23:13 Ferît Şenyaşar: Em ê bi hev re darazê azad bikin
23:09 Li Botanê buroya hilbijartinê ya jinan bi coşeke mezin hat vekirin
20:53 Ji kesên ku li Stenbolê hatin binçavkirin 15 kes hatin berdan
20:05 Sancar: Em ê dawî li vê zilmê bînin
19:28 YNK: Tirkiye, ji ber kurdbûnê rêya hewayî li Silêmaniyê girt
17:45 Piştî 5 mehan daneyên Covîd-19'ê hatin eşkerekirin: 844 kes mirine
17:41 Li Wanê bi pileya 4.1 erdhej çêbû
17:31 Li Wanê vekirina buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk veguherî mîtîngê
17:14 Di meha 2’yemîn a erdhejê de meş: Heta ku hesab nepirsin em ê bêdeng nebin
16:41 Bernamzetên Partiya Çep a Kesk belavok belav kirin
16:26 Êriş û binçavkirina dayikan hat şermezarkirin
16:22 Êrişî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk kirin
16:07 Partiya Çep a Kesk li Nisêbînê buroya hilbijartinê vekir: Em ê serbikevin
15:38 Partiya Çep a Kesk li Edeneyê dest bi xebata hilbijartinê kir
15:34 HDP dê ji bo doza girtinê parastin neke
15:30 Hevserokê Giştî yê DBP’ê Bayindir serdana Malbata Şenyaşar kir
15:24 7 kes hatin berdan
15:23 Bayindir: Di 14’ê Gulanê de serkeftina kurdan wê ezamet be
15:23 Li Kilîsê cenazeyê zaroka winda hate dîtin
14:22 Ji bo herêmên erdhejê hişyariya barînên zêde
13:38 Taşdemîr rewşa girtiyê nexweş Sari bir rojeva Meclisê
13:19 Li Bedlîsê buroya hilbijartinê hat vekirin: Em ê li bin siya vê darê bigihîjin hev
13:13 Platforma Zimanê Kurdî: Divê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê
13:10 Ji bo azadiya Abdullah Ocalan li baxçeyê Bûbo Taş şitil hatin çandin
12:52 Bi hinceta ku di Newrozê de dirûşm berzkirine 7 kes hatin binçavkirin
12:26 Kaftancioglû têkildarî ‘êrişa çekdarî’ daxuyanî da
11:28 Ji JINNEWS'ê daneyên tundiyê: 22 jin hatine qetilkirin
11:26 DFG’ê rojnamevanên hatin qetilkirin bi bîr anî
11:21 Cenazeyê Savaş Başdînç hate definkirin
11:09 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
11:06 Meclisa Ciwanan a HDP’ê xebata hilbijartinê da destpêkirin
10:35 DFG: 8 rojnameger hatin îşkencekirin û 330 nûçe hatin astengkirin
10:28 Wezaret daneyên têkildarî zarokên bêrefeqet vedişêre
10:28 Dr. Koylu: Li Samandagê gazinên bêhnê û kuxikê dest pê kirin
09:47 Meha duyemîn a erdhejê: Dewlet li pey astengiyê, dilxwaz li pey piştevaniyê ne
09:41 Girtî Aşkan: Lêgerîna tazî li min ferz kirin û hatim derbkirin
09:41 Hilbijartinên 14'ê Gulanê: Ciwan ji bo guherînê amade ne
09:05 Ji Zanîngeha Dihokê Berwarî: Ev siyaseta şaş dê Başûrê Kurdistanê li ser nexşeyê nehêle
09:04 ‘Sûriyeyiyên ji erdhejê xelas bûn, di bin kavilên vederkirinê de man'
09:03 Yildizê ku ji girtîgehê derket: Ya ku mirovan li ser pêyan dihêle têkoşîn e
09:02 Li Îzmîrê hedefa Partiya Çep a Kesk 4 parlementer in
09:00 ROJEVA 6'Ê NÎSANA 2023'YAN
05/04/2023
22:05 Li Êlihê vekirina buroyê veguherî mîtîngê: Divê Êlih bike 5-0
20:57 Li Bazîdê bi meşeke meşaleyî buroya hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk hat vekirin
20:47 18 kesên li Stenbolê hatin binçavkirin dê sibê sewqî edliyeyê bên kirin
19:19 Di doza destdirêjiyê ya cerdevanan de 94 sal ceza
16:58 ÎHD’ê rapora Mîkaîl Ekîncî parve kir: Îşkence, miameleya xerab, gefxwarin
16:28 Li 5 navçeyên Wanê buroyên hilbijartinê hatin vekirin
16:14 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bi rojeva hilbijartinê dicive
15:46 Tirkiyeyê qada xwe ya hewayî ji geştên Silêmaniyeyê re girt
15:45 Nobeda Jiyanê: Xelkê neçarî koçberiyê dikin
15:21 5’ê Nîsanê Roja Parêzeran: Dawî li tundî, îşkence û siyaseta bêcezahiştinê bînin
15:19 Doza girtinê ya KCDP’ê: Gelo ‘xebatên li dijî exlaq’ çi ye?
14:46 Şenyaşar: Yên li hemberî zilmê xwe bêdeng dikin dê têk biçin
14:37 Ji bo bîranîna qurbaniyên erdhejê dar hatin danîn
14:34 Jinekê li Wanê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da
14:25 Li Mêrdînê 3 kes hatin berdan
14:22 Rojnameger Alataş di 13’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn
13:58 Dewleta tirk di 4’ê nîsanê de 83 caran êriş kir
13:54 OHD’ê rapora lehiyê eşkere kir: Şeredarî û AFAD’ê tevî hişyariyan jî tevdîr negirtin
13:48 Di erdhejê de hejmara qurbaniyan derket 50 hezar û 399’an
13:40 'Gelo di avakirina demokrasiyê de dê polîtîkayên we ji bo jinan çi bin?'
13:39 3 girtî bi hinceta naveroka pirtûka kurdî hatin sirgunkirin
13:00 Berfa hefteyek berê li Wanê bariyayî bandor li rêjeya avê ya bendavan nekir
13:00 Bûldan: Jin dê we bi hêza xwe têk bibin
12:02 Li perava Kumlucayê keştiyek noqî avê bû: 5 kes hatin rizgarkirin û lêgerîna bo 9 kesan didome
11:46 Berxwedana gundiyan di roja 3’yemîn de ye
11:28 Xelkê gundê Mûsolarê bi fikar e ku xanî ji wan re neyên çêkirin
10:46 Sari ku ji Panosê sewqî Sîncanê hate kirin ev 3 meh in tavê nabîne!
10:36 Hat xwestin cezayê li rojnamevan Çoban hatiye birîn bê xerakirin
10:20 ‘Heta ku Ocalan azad nebe pirsgirêk nikarin bên çareserkirin’
10:02 Rojnameger Şêro: Bêdengiya niha li Îranê bêdengiya beriya tofanê ye
09:02 Medreseya Sor tehsîsî Weqfa Hayratê hat kirin!
09:02 Ji bo mexdûrên erdhejê 'Konê Sînemayê' çêkirin
09:01 Cara duduyan berdana girtî Abî hat taloqkirin
09:01 Dr. Savary: Tirkiye çekên kîmyewî bi kar tîne
09:00 ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2023'YAN
08:54 Ciwanan li Hezexê rojbûna Ocalan pîroz kirin
08:31 Îdrîs Balûken ji girtîgehê derket
04/04/2023
21:24 Partiya Çep a Kesk li Rezanê buroya hilbijartinê vekir
20:01 Malbata Şenyaşar li ber edliyeyê fitirî
19:16 Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê
18:31 Partiya Çep a Kesk li Esenyûrtê buruya hilbijartinê vekir
16:50 Kesên li Xelfetiyê hatin binçavkirin hatin berdan
16:28 Fînlandiya bû endama NATO’yê
16:16 Tirkiyeyê geştên hewayî yên bo Silêmaniyeyê rawestand
YNK: Ev ambargo yasayî nîne
16:15 Malbata Şenyaşar: Şiyar be Tirkiye, şiyar be gelê Rihayê!
15:55 Rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin
15:41 Şitil ji bo azadiya Abdulah Ocalan hatin çandin
15:40 Dayikên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
15:32 Îlham Ehmed çû serdana YNK’ê
15:28 Bexda û Hewlêrê li hev kir
15:27 Saziyên sivîl ên li Êlihê bertek nîşanî dozê dan: Bi rêya darazê komplo hate kirin
15:24 ‘Ji bo kurd nefesê negirin atmosferek nijadperestiyê belav dibe’
15:24 Partiya Çep a Kesk li Wan û Agiriyê buroyên hilbijartinê vekir
15:11 Kesên ji bo rojnameger Kartal daxuyaniyê didan hatin binçavkirin
14:55 DMME’yê îtîraza Tirkiyeyê red kir
13:36 Partiya Çep a Kesk li Hatayê starta hilbijartinê di bin kon de da