AMED - Dozgerê Komarê yê Amedê der barê polîsên ku bê destûr bi ser avahiya DÎHA, Azadiya Welat, KURDÎ-DER û Weşanên Aramê de girtin û lêgerîn pêk anîn û piştre 32 rojnameger binçav kirin de pêdivî bi lêpirsînê nedît.
Di 28'ê Îlona 2015'an de li nêzî avahiya AKP'ê ya Amedê li dijî maşîneyek zirxî êrîşa çekdarî pêk hatibû. Piştî êrîşa çekdarî polîsên tîmên taybet bi hinceta kesên bi şik ketine avahiyê bi ser avahiyên Ajansa Nûçeyan a Dicle (DİHA), Azadiya Welat. KURDÎ-DER û Weşanên Aramê de girtibû û lêgerîn pêk anîbûn. Piştî lêgerînê polîsên tîmên taybet 32 kesên ku piraniya wan rojnameger bûn binçavkiribûn û di heman şevê de serbest berdabûn. Dema polîsan bi ser KURDÎ-DER'ê de girt, Parlamenterê HDP'ê Ziya Pir, daxuyanî dabû û der barê Serdozgerê Komarê yê Mustakim Turkyilmaz de gotibû “Endamê Soytariyê Qesrê". Li ser vê yekê 11 meh û 20 roj ceza li Pir hat birîn.
SERLÊDANA SÛC A DER BARÊ POLÎSAN DE BÊ ENCAM BI DAWÎ BÛ
Piştî polîsan bi ser avahiyêde girt û 32 kesên piranî rojnameger bûn binçav kirin, 32 kesan bi riya parezer Resul Temur der barê polîsan de li Dozgerê Komarê yê Amedê de serledana sûc kir. Prz. diyar kir ku lêgerîna polisan û binçavirina rojnamegeran li dijî hieqûqê ye. Prz. di serlêdanê de da zanîn ku polîsan bi keyfî bi ser saziyên çapemeniyê de girtiye û bi keyfî rojnameger binçavkirine xwest polîs bên darizandin.
Li ser serledana sûc, dozger, piştî 2 salan biryar da û der barê polîsan de biryara pêdivî bi lêpirsîne tune û daxwaza parêzer red kir. Dozger parast ku ji ber kesê şikdar hebû polîsan bi ser avahiyê de gertiye û polîsan bi fermana Serdozgerê Komarê erka xwe pêk anîne.
Prz. Temur, ji bo biryara beşopandinê rabe dê li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Sulh Ceza ya Nobedar a Amedê îtîraz bike.
MA / Denîz Tekin