MÊRDÎN – Li 280 gundên Mêrdîn yên avdaniya çandiniyê xwe bi sontajan dikin, ji ber ku DEDAŞ ceyranê ji ser wan qut kir, pirsgirên avê dijîn. Endamên Komeleya Keyayan a Dêrikê diyar kirin ku dilê hikûmetê ku bixwaze qeyûm tayîn dike û wiha got: "Hikûmet çima dest DEDAŞ’ê nade. Ger ku wisa bidome em dê abonetiya xwe betal bikin û em dê bi rêbaza berê ya avdanya zeviyên xwe bikin."
DEDAŞ'a Mêrdînê, li Qoserê ceyrana 120, li Dêrikê ceyrana 50 û li Nisêbînê ceyrana 70 gundan qut kir. Li navçeya Navendî ya Artuklu jî ceyrana 40 gundan qut kir. 9 rojin li 280 gundên Mêrdîn ji ber ku ceyran hatiye qut kirin welatî nikarin zeviyên xwe yên genim av bidin. Şîrketa Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) bi hinceta ceyrana qaçak û nedayina fatûreyên ceyranê welatiyan qut kir. Ji ber ku ceyran hat qutkirin welatî nikarin pêdiviyên xwe yên avê temîn bikin. Dîsa nikarin zeviyên xwe av bidin. 50 Endamên Komeleya Keyayan a Dêrikê diyar kirin ku dilê hikûmetê ku bixwaze qeyûm tayîn dike û wiha got: "Hikûmet çima dest DEDAŞ’ê nade. Ger ku wisa bidome em dê abonetiya xwe betal bikin û em dê bi rêbaza berê ya avdanya zeviyên xwe bikin."
Serokê Komeleya Keyayên Gund ên Derikê (DMD) Mehmet Reşat Çelik, diyar kir ku rayedarên DEDAŞ'ê bi hinceta “Deynê bîrên avê nedane" ceyrana ji ser wan qut dike û wiha got: "Gelo rençberên ku deynê wan tune dê çi bikin. Welatiyên ku abonetiya wan tune dê çi bikin. Rojê 2-3 saetan ceyrê didin."
Çelik, anî ziman ku rojê 2 saetan ceyranê didin gundan û welatî nikarin pêdiviyên ava xwe ya vexwarinê temîn bikin. Çelîk xwest rayedar bi lezgîn bi vê pirsgirêkê eleqeder bibin û pirsgirêkê çaraser bikin. Çelik, anî ziman ku îro ev pirsgirêk li Stenbol, Enqere û Bûrsa pêk hatibûya dê li hemû Tirkiye bibûya rojev û tu kesî ev yek qebûl nedikir û wiha got: "Ger ku ev qutkirina ceyranê wisa bidome, em dê sayacên ceyranê kom bikin û abonetiya xwe betal bikin. Em dê bi rêbazên berê zeviyên xwe û çandiniyên xwe av bidin. Hevdîtina me ya bi rayedarên Mêrdin re dê bidome. Ger ku em bersivek erênî nestînin em dê biçin Enqereyê. Em dê li Enqereyê dengê xwe bilind bikin.
YÊN LI MAFÊ XWE DIGERIN DIBIN TERORÎST
Çelîk, anî ziman ku ji ber pirsgirêka ceyranê nikare biçe gundê xwe yê Pîremîrê û wiha got: “Ne tehamula me û ne jî ya gunduyan tune êdî. Rewşa gundiyan ne baş e. Bila sibê neyên tiştekî ji me nexwazin. Dema em mafê xwe dixwazin me bi terorê sucdar dikin."
Keyayê Gundê Kevreş Velî Dinç jî anî ziman ku hemû alav û amûrê wan bi ceyranê dixebitin û wiha got: "Ji ber ku ceyrana gund tune em nikarin avdaniyê bikin û em nikarin tu karî bikin. Dewletê welatiyên xwe mahkûmî DEDAŞ’ê kiriye. Rayedarên dewletê ku nikarin tiştekî ji DEDAŞ'ê re bêjin bila sibê neyên tiştekî ji me nexwazin.
GUNDÎ DÊ ÇAWA 40 HEZAR TL BIDE
Keyayê gundê Çaykoyê Abdulhalim Dogan jî anî ziman ku 14 salin keya ye wiha got: "Beyî agahiyê bidin me ceyrana gundê me qut kirin. 44 salin min tiştekî wisa nedît. DEDAŞ'ê ji gundiyan re 40 hezar tl fatura şandiye. Gundî dê çawa 40 hezar tl faturê bidin."
MA / Berzan Guneş