ÊLIH – Li Çiyayê Mawa ku li sêgoşeya Êlih, Mêrdîn û Sêrtê cih digire, leşkeran dest bi operasyonê kir. Di saetên êvarê de gelek leşker veguhezandin herêmê û dem bi dem pevçûn diqewimin.
Bi destpêka germbûna hewayê re li çolterên navçe û bajarên heremê jî leşkeran û cerdevanan dest bi operasyona leşkerî kir. Li gorî agahiyên ku çavkaniyên heremî ragihandin, li Çiyayê Mawa yê li sêgoşeya Êlih, Mêrdîn û Sêrtê ye û di heman demê de girêdayî navçeya Heskîfê ye, ev çend roj in leşkeran dest bi operasyonê kiriye û dem bi dem di navbera leşker û endamên HPG’ê de pevçûn diqewimin.
Heman çavkaniyan got ku di saetên êvarê de nêzî 40 wesayîtên zirxî yên leşkeri ji navçey Kercewsa Êlihê veguhezandin Çiyayê Mawayê.
Li heremê operasyon dewam dike.
Li nêzî herêma operasyonê 2 roj berê niha di navbera leşker û endamên HPG’ê de pevçûn qewimî bû û leşkerek jiyana xwe ji dest dabû.