STENBOL - Komîsyona Newrozê ya Stenbolê, spasiyên xwe pêşkêşî sed hezaran kesên li Qada Bakirkoyê tev li Newrozê bûn kirin û xwestin di 1'ê Gulanê Roja Karkêrên Cîhanê de gelê kurd û tirk û gelên kedkar bi şîara 'Li dijî Faşizmê bi hêza yekîtiya demokratik berxwedana demokratik" dakevin qada 1'ê Gulanê.
Komîsyona Newrozê ya Stenbolê ku ji nûnerên HDK, HDP, ESP, SYKP, Partiya Şoreşger, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, Înîsiyatifa Girtîgehan û DAD'ê pêk dihat, ji bo nirxandina Newrozê civîna çapemeniye pêk anî. Komîsyona Newrozê li avahiya HDP'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk anî û spasiyên xwe pêşkêşî sed hezaran kesên tev li Newrozê bûbûn kirin. Li salonê pankarta "Ji Newrozê heta 1'ê Gulanê em dê dîsa bên" vekirin. Komîsyonê diyar kirin ku wan navê xwe wekî Komîsyona 1'ê Gulanê guhertiye û dê bi şîara 'Li dijî Faşizmê bi hêza yekîtiya demokratik berxwedana demokratik" dakevin qada 1'ê Gulanê.
Li ser navê komisyonê Serokê SYKP'ê yê Stenbolê Mehmet Kesim, diyar kir ku gel di Newrozê de li dijî feraseta yekperest dengê xwe bilind kiriye û wiha got: "Wekî berê îro jî gel li vîna xwe xwedî derket. Em ji gelê bi rûmet re bê sînor denydar in û em bêsînor spasiyên xwe pêşkêş dikin. Kasim, anî ziman ku gel li dijî hişmendiya faşizmê, dagirkeriyê, bişaftin û metîngeriyê daketin qadan û daxwazên xwe anîn ziman û wiha got: "Bi milyonan mirov li dora Agirê Newrozê daxwazên xwe yên azadiyê anîn ziman. Peyama biryara têkoşîna azadiyê anîn ziman. Îktidara li dijî daxwaza milyonan ket panîkê, bi sedan kes binçav kirin. Ev nîşan û îfadeya kîn û nifrîna îktîdara AKP-MHP'ê ya li dijî berxwedana demokratik a gel e. Em binçavkirina sedan kesan û Gulsum Agaoglu şermezar dikin."
'JI BO EM DENGÊ XWE BÊTIR BILIND BIKIN DAKEVIN QADA 1'Ê GULANÊ'
Kesim, anî ziman ku armanca wan bi milyonan kesên di Newroza 2018'an de li dijî şer, faşîzm û dagirkeriyê daketin qadan, di 1'ê Gulanê de jî li qadan li dijî KHK, ixrac, dagirkerî, metîngerêi û kedxwariyê kom bikin û bigînin hev. Kasin, anî ziman ku armanc dikin ku gelê kurd, tirk û hemû kedkaran li dora şîara 'Li dijî Faşizmê bi hêza yekîtiya demokratik berxwedana demokratik" li qada 1'ê Gulanê kom bikin û wiah got: "Em bi vê fikr û hestê navê Komîsyona Newrozê ya Stenbolê diguherînin û dikin Komîsyona 1'ê Gulanê ya Stenbolê ya 2018'an. Em bang dikin ku bi coş û kelecana Newrozê ji qada Newrozê dakevin qada 1'ê Gulanê.
Hevserokê HDP'ê Cengiz Çiçek jî bang li hemû beşên civakê kir û wiha got: "Em bang li hemû hêzên demokratîk û rêxistinên cuda dikin ku bi coşek ku ji coşa Newrozê zêdetir û baweriyek mezintir dakevin qadên mîtîngê yê 1'ê Gulanê. Armanca me ya sereke em girseya xwe ya di Newroza Stenbolê de hatin cem hev daxin qadên 1'ê Gulanê. Navenda Yekîtiya Hêzê ya li dijî Faşizmê Stenbol e. Bi vê bawerî, zanebûn û hestan em dê xebatên xwe yên 1'ê Gulanê bimeşînin."