SILÊMANÎ: - Welatiyên Qeladizê bal dikişînin ser metirsiyên Tirkiye ya li ser gelê Kurd û xwestin bi kongreya neteweya kurd kom bibe û bersiva dagirkeran bidin.
Welatiyên navçeya Qeladizê ya girêdayî herêma Raperîn a Silêmaniyê der barê dagirkeriya Tirkiye de ji ajansa ROJNEWS'ê re axivîn û bal kişandine ser giringiya lidar xistina kongreya netewî. Welatiyên navçeya Qeladizê Raber Elî li ser dagirkeriya Tirkiye ya Efrînê û herêma Federal a Kurdistanê wiha got; “Artêşa dagirker a Tirk hewl dide Başûrê Kurdistanê dagir bike. Ji bo vê jî bi kîlometreyan xaka sînorê xaka Başûrê Kurdistanê derbas kiriye. Ev jî nikare bê qebûlkirin.” Raber Elî diyar kir ku pêwîste gelê Kurd bi lidar xistina kongreya netewî dawî li dagirkeriyan bîne."
Welatiyê Qeladizê Rehman Hisên jî helwesta ketina Tirkiye ya herêmê rexne kir û wiha got: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê divê vê yekê qebûl neke. Mixabin rayedarên Başûrê Kurdistanê li cihê helwest nîşan bidin, destxweşiya dagirkeran dikin. Divê xwe zelal bikin. Li rex dagirkerane yan li rex gelin. Dagirker bê cûdahî bixin nav dixwazin tevahî gelê Kurd tine bikin. Ji bo wê jî divê yekgirtî bin û bi lidar xistina kongreya netewî bersiva dagirkeran bidin. Dewleta dagirkera Tirk li gel dagirkeriya li ser Efrîn û komkujîkirina gelê Kurd, pîlana dagirkirina Başûrê Kurdistanê jî amade kiriye. Di çend rojên buhrî de nêzî 20 kîlometir sînorê Başûrê Kurdistanê derbas kiriye."
Şeva 21’ê Adarê balafirên şer ên Tirkiye gundên Sîdekan bombebaran kirin û 4 welatî kuştibûn.