ENQERE - Akademîsyena Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Mêrsînê Alk Doç. Dr. Eylem Çamuroglu Çig ya hat îxrackirin, bal kişand ser Koma Medya ya Dogan û wiha got: "Îktîdar bi vê yekê armanc dike ku hemû medya bike yek deng û civakê bi hêsanî kontrol bike û venêrtina li ser cemaweriyê xurt bike. Çig, anî ziman ku zext û yekdengî dijberî vê yekê dikare şikandinek mezin jî bi xwe re bîne.
Pêşnûmeya ku înternetê bi RTUK'ê ve girê dide ji aliyê meclîsê ve hat erêkirin. Dîsa Koma Medya ya Dogan hat firotin. Têkildarî polîtîkayên îktîdarê yên li ser medya û firotina Dogan'ê Akademîsyena Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Mêrsînê Alk Doç. Dr. Eylem Çamuroglu Çig ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirşandinên girîng kir. Çig, bal kişand ser Koma Medya Dogan û wiha got: "Medya bi qasî dikare rostiyan ronî bike ew qas jî dikare rastiyan veşêre û tarî bike. Dikare rastiyan berovajî bike û perçe bike. Dikare şaş bide nîşan. Piştî jiyana Moderniteyê medya êdî hêza çaremîn e. Hem çîna serdest hem jî cîna bindest dikare medya wekî hêzê li gorî xwe bisar bîne. Dema em li Rêgeza Zelaliyê ya Zanyar Habermas û metafora Foucault a ‘Panoptikon’ binerin, rastiya rojnamegeriyê bêtir dê bê famkirin. Li gorî zanyar Habermas rojnamegerî venêrtina îktîdarê bû. Li gorî zanyar Foucault jî nerîna cemaweriyê ye. Amûra çavderiyê ye. "
Çig, anî ziman ku piştî Neoliberalizmê êdî medya ked destê îktîdarê û medya wekî amûra karê kirin armanc. Çîg, da zanîn ku amûra ku li şûna di xizmeta cemaweriyê de be, ket destê îktîdarê û bû amûra serdestiyê û wiha got: "Ev nakokî îro bêtir xuya dibe. Bi taybetî îro di serî de li welatê me û li hemû cîhanê ku pergala demokrasiyê her ku diçe lawaz dibe, naveroka medya û rojnamegeriyê jî tê guhertin. Êdî medya li şûna bibe amûra rewşenbirî û ronakkirinê û xizmeta civake bike, dijberî vê yekê bûye amûra serdestî û veşartina rastiyan. Bi taybetî piştî pêşketina teknolojiyê, dijitalê, prekarizasyonê, medya ji armanc û naveroka xwe dûr ket. "
DI ŞER DE BERÊ RASTÎ TÊ KUŞTIN
Çîg, anî ziman rojnamegerî û medya di azmûnek pir girîng de derbas dibe û wiha got: "Di sedsala 20 û 21'an di serdema şer de zimanê medya gelek niqaş li pey xwe hiştin. Minaka piştî şerê Vietnamê û rewşa DYA'yê. Cemaweriya DYA li dijî şer bertek nîşanî hikûmetê dabû. Hikûmeta Îngiltere jî piştî vê rewşê 5di şerê Falklandê de medya tev xist kontrola xwe. Li Tirkiye jî rewşa çapemeniyê û azadiya çapemeniyê wisa ye. Di serdema ku azadiya medya li Tirkiye di bin zext û tundiyê de ye, niha zextên li ser çapemeniyê bi rêbazên cuda zêdetir dibin. Di 2 salên dawî de li Hollywoodê fîlmê rojnamegeriyê hatiye kuşandin. Ev yek nîşan dide ku di qada kurevî de dixwazin çapemeniyî û rojnamegeriyê têxin bin kontrolê. Di serdema şer de medya û rojnamegerî hem ji bo îktîdarê û hem ji bo cemaweriyê bêtir bi wate û girîng e. Ji ber ku di şer de berê rastî tên kuştin. Berê rojnameger û rojnamegerî dibin hedef."
ÇAPEMENÎ MÎLÎTARÎZMÊ JÎ Û DIJBERÊN ŞER JÎ DIKARE PÊŞ BIXE
Akademîsyen Alk Doç. Dr. Çig, anî ziman ku çapemenî di serdema şer de hem dikare di nava civakêde militarîzmê jî pêş bixe u hem dikare dijberên şer jî pêş bixe û wiha lê zêde kir: "Di şer de medya amûra propagan ye. Di serdema şer de belavkirina agahiyên rast gelek zor û zahmet e. Ji ber vê yekê nûçegîhanên şer pir bi qîmet û dijwar in. Serdema şer ji bo rojnamegeran demên pir dijwar in. Dema tundî û şer dijwar dibe berî her kesî rojnameger dibin hedef. Ji ber vê yekê xwe gîhandina rastiyan pir dijwar dibe. Di serdemên şer de niqaşên li ser wateyên felsefîk, civakî û siyasî yên rojnamegeriyê de zêde dibin. Mînak Rojnamegeriya Aştiyê di vê serdemê de pêş ket. Ji bo sinc, pîvan û rêgezek rojnamegeriyek nû, Rojnamegeriya Aştiyê pêngavek nû vekir. Ji bo zimanê aştiyê ava bike û rê li pêş tundî û propaganda şer bigire rê li pêş niqaşek nû ya ku gelo pêkan e pratîkek nû ya rojnamegeriyê pêş bikeve vekir."
ÎRO MIROV NIKARE QALA ROJNAMEGERIYÊ BIKE
Çig, bal kişand ser rewşa medya û rojnamegeriya Tirkiye ya di şertên şer û OHAL'ê de û wiha got: "Li Tirkiye guhertina medya piştî salên 1980'an ket bin polîtîkayên neoliberal. Di salên 1990’an û 2000’an de ev guhertina neolîberal zêde pêş ket. Îro asta em hatinê em nikarin qala rojnamegeriya bê alî û objektîf bikin. Em nikarin qala rojnamegeriyê jî bikin. Em dikarin bêjin li Tirkiye Medya Hawiz hilweşiya ye. Li Tirkiye rojnamegeri têk çûye. Îro firotina Koma Medya ya Dogan ne firotinek ji rêzê ye. Ne tenê mijarek aborî ye. Ev nişan dide ku di dîroka medya û polîtîkayên Medya de dê şikandinên mezin bi xwe re ava bike."
DIXWAZIN MEDYA BI TEMAMÎ KONTROL BIKIN
Çig bal kişand ser firotina Koma Dogan ku firotiye Erdogan Demiroren û wiha berdewam kir: "Hem dê di medya de û hem jî dê di demokrasiyê de kişandinek nû bi xwe re bîne. Di şertên OHALê de em dibin şahid ku rejîmek nû tê avakirin. Şerê li Efrînê perçeyê vê rejîma nû ye. Niha medyayek ew qas bêdeng heye. Lê bi vê yekê qayil nabin û dixwazin bi temamî bêdeng bikin û bi temamî bi xwe ve girê bide. Dixwazin bi tevahî têxin bin kontrola xwe. Beriya hilbijartin nêzîk bibe ev guhertin vê yekê nîşan dide. Firotina medya ne firotinek hêzan e. Ne pirsgirêkek hêsan a aborî ye jî. Dixwazin rojnamegeran bê sendika bihêle u wan ji mafê wan dûr bixe. Bi vê firotinê dê dîsa rojnamegeran ji kar derxin. Di serdema Hîtler de medya bi tevahî bûbû amûra propagandayê. Em dibînin ku neo-faşizm her diçe pêş dikeve.
Li Tirkiye bi pergala medya hawiz tev kiribûn yek deng û hemû di hawizekî de kom dibûn. Medya bûbû navendî. Bûbû amûra yek dengî. Lê niha piştî bi zagona RTUK karibe venêrtinê zêde bike dê her tiştî têxin bin kontrola xwe.
MA / Berivan Altan