* Li Bismilê cerdevanê bi navê Kadir B., zaroka bi navê S.D.’yê îstismar kir. S.D. diyar kir ku Kadir B. gef lê xwarine û gotiye: “Derdoreke min a mezin heye, eger tu biqîrî an jî tiştekî bikî ez ê dayika te jî birevînim û dê heman tiştî bînin serê wê jî.” Her wiha Kadîr B. piştî îfadedayînê hat berdan.
* Alî Gulmezê ku ji ber cezayê jê re dihat xwestin teqez bû, hewl da derkeve derveyî welat, lê belê 7 meh in tu xeber jê nayên stendin. Xwişka wî Besye Gulmez, anî ziman ku ji ber pergala çewîsner û hiqûqê ya heyî mirov neçar dimînin ku welatê xwe terk bikin.
* Rûxandina li Heskîfê didome. Navçeya ku xwedî rabirdûyeke 12 hezar salan e veguheriye şantiyeyeke mezin. Bi hatina biharê re bedewiya xwezayî ya bajêr kifş dibe û kulîlkên nû vebûne hema bêje li hemberî rûxandinê li ber xwe didin.
* Aborîzan Aydin Ari, diyar kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêkên strukturel (binyadî) ên welat ber bi krîzên 1994 û 2001’ê de dibin hene. Ari bi lêv kir ku wê bi tesîreke siyasî yan jî aborî krîz veguhere tiştekî berdewamiyî. Ari destnîşan kir ku eger krîz çê bibe wê betalî bêtir bibe, heqedest kêmtir bibin û fiyet zêde bibin.
* Aktîvîsta YDK’ê Rahîme Karvar, diyar kir ku pêkanînên li Cizîr, Nisêbîn û herî dawî jî yên li Efrînê dilê gelê kurd şikandiye û kesên îdia dikin ku şikestinek çê nebûye kor in. Karvar got: “Kesên xwediyên Efrînê qetil kirin, eşyayên wan talan kirin û berê wan dan riyên koçberiyê û ew mehkûmî penaberiyê kirin, biyaniyên ku dê îfleh nebin bi xwe ne. Navê vê yekê ne serketin, tengezarî ye.”
* Şanoya Bajêr a Amedê, bernameya xwe ya meha Nîsanê daxuyand. Her wiha wê Şanoya Bajêr vê mehê lîstika zarokan “Keçelok” jî bide lîstandin.
* Nivîskar Metîn Yegîn şerê navxweyî yê li Sûriyeyê nirxand û got: “Şer êrîşa li ser bîra nêz û dûr e. Remz tên tunekirin û bi vî awayî bîr ji holê tên rakirin. Niha em di pêvajoyeke wisa de ne. Bi rastî jî eger ji derheqê vê rûxandinê bê derketin, têkoşîna mirovan a biryardayînê li ser piya bisekine, dê mirovatî bi ser bikeve.”
* Girtiyê siyasî Turan Gunana, bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, 39 rojin di rojiya mirinê de ye. Gunana, di nameya ku derbarê çalakiya xwe de nivîsîbû wiha got: “Ev çalekiya min, ne mirinek e. Zindîhiştina heviyekê ye, di behra jiyana azad de, dilopeke vejînkir a manewiyatê ye.”
* Li navçeya Cizîrê ku "ewlehiya" polîs û leşkeran di asta herî jor de ye dîsa tiryak bi hêsanî tê firotin û belavkirin. Rê û rêbazên firotina tiryakê gelek pirs û fikaran bi xwe de ava dike. Polîs û leşkerên ku li navçeya Cizîrê her der kiriye mîna qereqolê û li her derê MOBESE avakirine, dîsa tora tiryak esrar û eronînê belav dibe. Yek ji ciwanê ketiye nava torê C.U. ye. C.U. şebeke û tora tiryakê vegot û gelek pirs ronî kirin.