STENBOL – Nivîskar Metîn Yegîn şerê navxweyî yê li Sûriyeyê nirxand û got: “Şer êrîşa li ser bîra nêz û dûr e. Remz tên tunekirin û bi vî awayî bîr ji holê tên rakirin. Niha em di pêvajoyeke wisa de ne. Bi rastî jî eger ji derheqê vê rûxandinê bê derketin, têkoşîna mirovan a biryardayînê li ser piya bisekine, dê mirovatî bi ser bikeve.”
Nivîskar Metîn Yegîn, şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku ji sala 2011’an ve didome nirxand. Yegîn destnîşan kir ku li Sûriyeyê demeke dirêj e şerekî cîhanê heye û got: “Hema bêje hemû dewletên cîhanê daxilî wê bûne, bi her awayî mudaxile tên kirin û dewlet li gorî pozîsyona xwe şer didomînin.” Yegîn diyar kir ku hêleke vî şerî jî ew e ku bi piranî têkoşîneke di navbera dewletan û gelan de heye.
'JIYANA BI HEV RE DIQEDÎNE’
Yegîn, bi lêv kir ku şer bi her awayî xwe îmhakirin û tunekirin e. Yegîn diyar kir ku ev şer tenê ne mirovan çandê, hewldana jiyana bi hev re û hêviyê jî tune dike. Yegîn got: “Ji ber vê ye ku di şerekî de pêşî êrîş li bîra nêzîk û dûr tê kirin. Remzên ku wê bi bîr dixin tên tênekirin. Rûxîner e û bandora vê yekê jî ji bo herdu helan derbasdar e. Niha em di pêvajoyeke wisa de ne. Lê wê di rojên pêş de diyar bibe ka çi qasî serketî ye yan na. Bi rastî jî eger ji derheqê vê rûxandinê bê derketin, têkoşîna mirovan a biryardayînê li ser piya bisekine, dê mirovatî ji nû ve bi ser bikeve.”
'AŞTÎ JÎ POLÎTÎK E’
Yegîn bi lêv kir ku bi qasî şeran aştî jî polîtîk e û got: “Yanî ji ber ku mirov ji hev hez nakin, şer nakin. Dibe ku du kes, an du malbat ji ber ku ji hev hez nakin, pev bikevin. Lê şerkirina du civak, gel an jî cemaetan ne rewşeke hestiyarî ye. Di dema şer de nefretkirina wan a ji hev jî vê rewşê naguherîne. Yanî bingeha şeran ne nefret an jî nehezkirina ji hev e. Berovajî vê ji ber sedemeke polîtîk nefret an jî nehezkirin derdikeve holê. Helbet di warê hestiyarî de aştî tiştekî xweş e, lê di rastiyê de rewşeke polîtîk e.”
'KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK ÇARESERIYEKE POLÎTÎK E’
Yegîn, diyar kir ku pevçûnên ku dem dem di navbera aliyan de dertên, dibe ku pirsgirêkên pêvajoya aştiyê zêdetir bikin û got: “Mesela jiyana gelan a bi awayekî demokratîk, konfederal û demokrasiya radîkal de jî tiştekî xweş e. Ne ji ber ku ev di warê hestiyarî û ehlaqî de tiştên xweşik in, nemaze ji ber li Rojhilata Navîn tiştekî polîtîk in rast in. Wekî diyaredeyeke polîtîk, li vê erdnîgariyê şert û merca aştiyeke rasteqîne ye. Ji bo Rojhilata Navîn wisa ye an jî Kolombiya, Parîs, Endonezya û ji ber li ber dilê me tiştekî xweş e na, di çarçoveya ‘nasname, cihwar û ekolojiyê’ de ji ber ku di şerê cîhanê de çareserî ye û wekî diyaredeyeke polîtîk e wisa dibêjim.”
MA / Bilal Seçkin