ÎZMÎR – Alî Gulmezê ku ji ber cezayê jê re dihat xwestin teqez bû, hewl da derkeve derveyî welat, lê belê 7 meh in tu xeber jê nayên stendin. Xwişka wî Besye Gulmez, anî ziman ku ji ber pergala çewîsner û hiqûqê ya heyî mirov neçar dimînin ku welatê xwe terk bikin.
Alî Gulmezê ku li Stenbolê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 10 sal û 6 meh ceza jê re dihat xwestin, piştî cezayê wî hat erêkirin ji bo nekeve girtîgehê xwest ji navçeya Dîdîm a Aydinê bi riyên qaçax derbasî Yûnanîstanê bibe. Lê belê ji 28’ê Tebaxa 2017’an ve tu xeber ji Gulmez nayên girtin. Gulmez di 28’ê Mijdara 2012’an de dema di nav ESP’ê de dixebitî hatibû girtin û di 11’ê Tîrmeha 2014’an de jî hatibû berdan. Xwişka wî Besye Gulmez destnîşan kir ku piştî ceza wî hatiye erêkirin, birayê wê xwestiye biçe derveyî welat û ji ber vê bi C.Ş. û N.D. yên qaçaxçîtiya mirovan dikin re hevdîtin çê kiriye û bi 5 hezar û 500 Euroyî li hev kirine. Gulmez diyar kir ku dema piştî çend hewldanan, derbasbûyîn pêk nehat, C.Ş. û N.D. gazî birayê wê dikin û tev, jineke penaber a sûriyeyî wî li wesayîta ser avê Jetsky a Berkay Acar dikin û dişînin Yûnanîstanê. Lê belê ji wê rojê heta niha tu xeber ji Gulmez û jina sûriyeyî nayên girtin.
Lê belê piştî demekê C.Ş. li Besye Gulmez digere û dibêje birayê wê gihaştiye Samosê û li wir hatiye girtin. Lê belê rayedarên yûnanî vê yekê piştrast nakin. Her wiha Gulmez çend carên din jî ji C.Ş. dipirse, lê C.Ş. diyar dike ku ew nizane ka birayê wê derbas bûye yan na. C.Ş., dibêje N.D. jê re gotiye gihaştiye Samosê, lê paşê jî gotiye ew heta nîvê rê çûne û jê pêvtir nizane ka gihaştine yan na.
CENAZEYÊ ACAR HAT DÎTIN
Gulmez, destnîşan kir ku ji ber wan tu agahî ji birayê xwe negirtiye, di 27’ê Mijdara 2017’an de serî li Serdozgeriya Komarê ya Dîlokê dane û di vê serlêdanê de ew pê hesiyane ku cenazeyê Berkay Acar ê tevî birayê wê şandine Girava Samosê li goristana bêkesan a navçeya Seferîhîsar a Îzmîrê hatiye dîtin. Xwişk Gulmez diyar kir ku lê belê wan tu xeber ji birayê xwe û jina sûriyeyî negirtine û ew nizanin ka sax an miriye. Gulmez bi lêv kir ku li gorî C.Ş. û N.D. gotine yê jetskyê bi kar aniye Berkay Acar bûye û niha tu kes nemaye ku ji bo birayê xwe serî lê bide.
Xwişk Gulmez anî ziman ku 7 meh in ew ji bo aqûbeta birayê xwe tev digerin. Gulmez got ji ber pergala çewîsner û hiqûqê ya Tirkiyeyê mirov neçar dimînin ku welatê xwe terk bikin. Gulmez destnîşan kir ku li Tirkiyeyê edalet nema ye û muameleyên kêfî tên kirin. Gulmez bi lêv kir ku wekî birayê wê, aqûbeta bi sedan kesên li Tirkiyeyê nayê zanîn. Gulmez destnîşan kir ku rêbaza windakirinê salê 90’î hatiye guherandin.
MA / Rûken Demir