AMED – Li navçeya Rezanê di Nexweşxaneya Welidandinê ya Jinan de şewat derket. Gelek ekîbên şewatê şandin herêmê.
Di Xexweşxaneya Welidandin û Zarokan a Amedê de şewat derket. Gelek ekîbên şewatê şandin nexweşxaneyê. Serokatiya Daîreya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, da zanîn ku di qata rojîn a avahiyê de şewat derketiye, ekîbên şewatê mudaxale kirine lê di bûyerê de tu kesî jiyana xwe ji dest neda ye.