NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayılan di bernameya radyoya Dengê Welat de têkildarî rewşa Efrînê, rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de agahiyên girîng da. Karayilan, diyar kir ku Tirkiyeyê tevî Rûsya îtifaqeke stratejîk di navbera xwe de çêkirine û wiha got; "Ji bo berxwedana Efrînê rawestînin wek heyet çûne Îmraliyê û zext li ser Serokatiyê pêş xistine, talep jê kirine. Ev ji aliyê Rêber Apo ve hatiye redkirin."
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayılan tevlî bernameya Radyoyê ya Dengê Welat bû. Karayılan di bernameyê de li ser berxwedana Efrînê, li ser rewşa dawîn a Rêberê PKK'ê Abdullah Öcalan û vekişîna HPG’ê ya ji Şengalê agahiyên girîng da. Karayılan diyar kir têkoşina Ocalan a li Girtîgeha Îmraliyê didome û di demeke nêz de wê Rêveberiya Tevgera wan li ser rewşa Abdullah Öcalan hin agahiyan bide û wiha got: "Rast e, agahiyên nû der barê rewşa Rêber Apo de hene. Dagirkeriya Tirk, çawa ku li ser hemû gelê me faşîzmekê dimeşîne, heya niha ev hîn bi dijwarî li Îmraliyê meşand. Şerê mezin jixwe li Îmraliyê ye. Li hemberî vê jî sekneke pir biwate, pir dîrokî, pir însanî ji aliyê Rêber Apo ve tê pêşxistin. Me niha agahiyên nû girtine, lê ez naxwazim hemûyan li vir eşkere bikim. Ji ber ku divê rêveberiya Tevgera me bi şiklekî fermî, bi nivîskî di vê çarçoveyê de daxuyaniyê bide, hemû gelê me û raya giştî agahdar bike."
Karayilan diyar kir ku wan agahiyên nû girtine û wiha berdewam kir: "Dagirkeriya Tirkiyeyê tevî Rûsya îtifaqeke stratejîk di navbera xwe de çêkirine. Ji bo berxwedana Efrînê rawestînin wek heyet çûne Îmraliyê û zext li ser Serokatiyê pêş xistine, talep jê kirine. Ev ji aliyê Rêber Apo ve hatiye redkirin. Di vê çarçoveyê de ev sîstema êşkenceya li Îmraliyê hîn geştir kirine. Me agahiyên wekî vê girtine. Feqet wekî min berî niha jî anî ziman, di vê der heqê de rêveberiya Tevgera me wê bi şêwazekî fermî tevahî gelê me agahdar bike. Ji ber ku ev rewşeke pir girîng e. Pir eşkere dibe ku, dewleta Tirkiyê bi temamî li hemberî gelê Kurd dijminahiyeke berfireh dimeşîne. Ji bo berxwedana gelê Kurd bişkîne bi gelek hêzan re îtifaq kiriye. Êrîş û sekna xwe ne ji rêzê ye. Ev, êrîşeke kûr û berfireh e. Ev encam jê derdikeve. Bêguman Rêber Apo jî di wir de ev fêm kiriye, ji bo wê jî helwesta pêwîst pêş xistiye. Em niha li gorî agahiyên di destê me de wisa fêm dikin."
Karayilan, ani ziman ku Tirkiye li hemberî gelê Efrînê tengav bûye û wiha got: "Ya din, raber dibe ku dijmin li hemberî Berxwedana gelê me ya li Efrînê çiqas tengav bûye. Yanî serî li her rê û rêbazê xistiye ji bo bikaribe wê berxwedanê bişkîne. Ev jî tê fêmkirin. Di vê çarçoveyê de ez bawer im di rojên pêş de wê hîn zêde hinek agahî bi raya giştî re bên parvekirin."