ÎZMÎR - Li Îzmîr û Uçakê 4 kes bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriyie" hatin girtin.
Polîsan li Îzmirê di 15'ê Adarê de bi ser gelek malan de girt û Yakup Îrlan, Kemal Tutar, Jiyan Ozer, Gulistan Ozer, Şehmuz Ozer, Şukran Ozer, Halîs Saka, Hakan Saka, Serkan Saka, Cesim Adiguzel û Cemal Guneş binçavkirin. Kesên binçavkirin piştî lêpirsîna li midûriyeta polîsan, birayên hev Hakan û Serkan Saka li edliyê bi îdîaya “propaganda rêxistinê kiriye" hatin girtin. Ji 9 kesan 7 ji wan bi şertê kontola edlî hatin berdan.
Li Uşakê jî polîsan ji ber parvekirinên medya civakî S.B. u S.P. binçavkirin. 2 kesên hatin binçavkirin piştî lêpirsînê li edliyê bi îdîaya “propaganda rêxistinê kirine" hatin girtin.